ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-11-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-11-2021
27 mijdar, 2021   00:00

-Bi boneya salvegera damezirandina PKK'ê li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şahî tên li darxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya li deriyê Sêmalkayê ya bi daxwaza wergirtina cenazeyên gerîlayên ku li herêma Xelîfanê di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne, berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Annick Samouelian got “Berxwedana gelê Kurd me hemûyan eleqedar dike, em deyndarê wan in û ji bo ku gelê Kurd di nava aştiyê de bijî divê em PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ derxin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Sirînê diyar kirin ku dewlet Tirk a dagirker di nava bêdengiya navneteweyî de sûcên dermirovî li Başûrê Kurdistanê dike û bang li aliyên têkildarî yên navneteweyî kirin ku hesab ji dewleta Tirk bixwazin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Sûriyê niyetên wê yên domandina projeyên wê yên mêtîngerî û tirkkirina herêmê eşkere dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Rûspiyên êlên Tebqayê got, xistina PKK`ê nava “lîsteya terorê” biryareke berovjî rastiyê ye û destnîşan kir ku partiya yekane ku divê navê wê di vê lîsteyê de be, AKP`ê ye. Rûspiyan bang li dewletên demokrat kir ku ji bo derxistina PKK`ê ji “lîsteya terorê” bi lez bikevin tevgerê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Yadê Şaha Ehmed diyar kir ku dema wan dît jina Kurd banga azadiyê dike û ji bo wê şer dike, tê gihêjtin ku PKK`ê rêya azadî, şeref û rûmetê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Li Etiyopyayê ya bi pirrbûna etnîkên xwe tê naskirin, nakokiyên di navbera hikumeta Addis Ababa û Eniya Rizgariya Tîgray de zêde bûn. Dewletên navneteweyî û herêmî li ser qewimandina şerê navxweyîhişyariyan dikin. Hin kesên rewşê dişopînin jî texmîn dikin welat di nava çend mehan de dê bêyî Ebî Ehmed be û li Qerin afrîkî kaos bi xwe re bîne. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Karkerên paqijiyê yên Şaredariya Qamişlo diyar kir ku bi hevkariya welatiyan ew ê diyardeya belavkirina çopê ya di nav taxên bajêr de çareser bikin. Li ser vê yekê cîgira hevserokatiya Desteya Rêvebeirya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê da zanîn ku divê her ferdekî civakê paqijiya bajarê xwe bike erkeke sereke.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA