​​​​​​​Şêniyên Sirînê xwestin ku dewleta Tirk were darizandin

Şêniyên navçeya Sirînê diyar kirin ku dewlet Tirk a dagirker di nava bêdengiya navneteweyî de sûcên dermirovî li Başûrê Kurdistanê dike û bang li aliyên têkildarî yên navneteweyî kirin ku hesab ji dewleta Tirk bixwazin.

​​​​​​​Şêniyên Sirînê xwestin ku dewleta Tirk were darizandin
27 mijdar, 2021   04:08
KOBANÊ – MEYSA EKARÎ

Dewleta Tirk a dagirker di nav bêdengiya navneteweyî de binpêkirinên xwe yên dermirovî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê didomîne.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihand û Çapemeniya HPG'ê dewleta Tirk ji meha Nîsana heya Cotmehê ve 323 caran êriş bi çekên kîmyewî li dijî gerîlayên li Başûrê Kurdistanê pêk anîne.

Têkildarî sûcên dewleta Tirk, şêniyên navçeya Sirînê ya başûrê kantona Kobanê nêrînên xwe parve kirin.

Elî El-Cacer ê ji pêkhateyê Ereb diyar kir ku çekên kîmyewî li tevahî cîhanê qedexe ne, lê tevî vê yekê dewleta Tirk bi kar tîne û got: " Çekên kîmyewî xwedî bandorên demkî û demdirêj  e ku bandorê li gen û mîrasê dike, zirarê dide jîngehê û bandorek neyînî li jiyana normal dike û ji bo nifşên paşerojê ziyanê çêdike."

El-Cacer destnîşan kir ku wêne û belge hene ku dewleta Tirk çekên kîmyewî li Efrîn, Serêkaniyê û Başûrê Kurdistanê bi kar aniye û tevî vê yekê cîhan li hemberî sûcên dewleta Tirk bêdeng e.

Li ser sedema vê bêdengiyiê Elî El-Cacer wiha got: "Ev bêdengî dide diyarkirin ku berjewendiyên hevpar di navbera Tirkiyê û dewletên bêdeng de hene. Ne wisa bûya dê wan dewletan komîneyeke lêkolînkirina bişanda herêmên ku çekên kîmyewî lê hatine bikaranîn."

Elî El-Cacer destnîşankir ku dewleta Tirk rêgezên jiyana mirovahiyê û qanûnên navneteweyî bin pê dike û jiyana jîngeh û mirovan dixe xeterê.

Elî El-Cacer bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku derbarê çekên kîmyewî de lêkolînê bike û dewleta Tirk li ser sûcên ku dike muhasebe bike.

Hesen Muslim ê ji pêkhateyê Ereb sûcên dewleta Tirk ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrişên bi çekên kîmyewî yên li dijî Başûrê Kurdistanê şermezar kir û diyar kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî dagirkeriya Tirk, gef û sûcên wê hevgirtî ne.

Muslim bang li civata navneteweyî kir ku erka xwe bi cih bîne û sûcên dewleta Tirk a dagirker rawestîne.

Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku li hemberî sûcên Tirkiyê bisekîne, ji bo lêkolînkirina sûcên wê yên li Başûrê Kurdistanê komîteyeke navneteweyî ava bike da ku derbarê çekên kîmyewî de lêkolînê bike.

ANHA