​​​​​​​QSD'ê êrişa dagirkeran a li ser gundê Seyda têk bir

Şervanên QSD'ê êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser gundê Seyda yê Eyn Îsayê têk bir û derbên giran li wan da.

​​​​​​​QSD'ê êrişa dagirkeran a li ser gundê Seyda têk bir
26 mijdar, 2021   21:11
EYN ÎSA

Leşkerên artêşa Tirk  a dagirker û çeteyên wê bi hwan û moşekan êriş birin ser gundê Seyda yê navçeya Eyn Îsayê û xwestin gund dagir bikin.

Li ser bersivdayîna şervanên QSD'ê şer derket. Şervanên QSD'ê êriş têk birin, kuştin û birîndar çeteyan çêbûn, her wiha  çeteyên din neçar kir ku vekişin.

ANHA