Şêniyên Til Birakê 27'ê Mijdarê pîroz kir

Şêniyên navçeya Til Birakê ya kantona Qamişlo salvegera 43'an a damezirandina PKK'ê pîroz kir.

Şêniyên Til Birakê 27'ê Mijdarê pîroz kir
Şêniyên Til Birakê 27'ê Mijdarê pîroz kir
Şêniyên Til Birakê 27'ê Mijdarê pîroz kir
Şêniyên Til Birakê 27'ê Mijdarê pîroz kir
Şêniyên Til Birakê 27'ê Mijdarê pîroz kir
Şêniyên Til Birakê 27'ê Mijdarê pîroz kir
26 mijdar, 2021   21:13
QAMIŞLO

Şêniyên navçeya Til Birakê ya kantona Qamişlo salvegera 43'an a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi şahiyekê pîroz kir. Şahî li qada Meclisa Leşkerî ya  Navçeya Til Birakê hate lidarxistin.

Hevseroka Meclisa Navçeya Til Birakê Emîna Xilêf axivî, salvegera avabûna PKK'ê li gelên herêmê pîroz kir û behsa rola partiyê di şiyarkirin de û rizgarkirina gelên herêmê ji zilmê kir.

Emîne Xilêf diyar kir ku PKK'ê dengê gelê bindest e û parêzvanê ye û  got: "Vê yekê di çarçoveya mafên parastina rewa de li hemberî hovîtiya sîstemên desthilatdar di serî de dagirkeriya Tirk de pêk tîne."

Piştre şanoyeke bi beşdarbûna lîstikvan Bavê Teyar hate pêşandan.

Endama rêveber a Kongreya Star Risul Hesen bi vê boneyê şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anî û salvegera damezirandina PKK'ê li wan pîroz kir.

Paşê komên dîlanên folklorî yên erebî û kurdî hunerên xwe pêşkêş kirin.

Di dawiya şahiyê de beşdaran li ber stranên hunermend Mûeyed Şiwêş û hunermend Telef El-Nadir gonvend gerandin.

(la)

ANHA