Li Helebê bi wesîleya salvegera damezirandina PKK'ê panelek hate lidarxistin

Komîteya Azadiya Rêbertî ya bajarê Helebê têkildarî serkeftinên ku PKK'ê pêk anîne û pêşniyarên ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn pêşkêş kirine panelek li dar xist.

26 mijdar, 2021   19:53
HELEB

Bi boneya salvegera 43'an a damezirandina PKK'ê, Komîteya Azadiya Rêbertî ya Helebê panelek li dar xist. Kesayetên Ereb, Kurd, Tirkumen û siyasetmedar ji hemû partiyan beşdarî panelê bûn. Panel li hola civînan a beşê rojhilat ê taxa Şêxmeqsûdê hate lidarxistin.

Di panelê de du mijarên sereke hatin nîqaşkirin. Ya yekemîn mercên dîrokî û siyasî yên avabûna PKK'ê û doza azadiya jinê û ya duyemîn binkeftina projeyên netewe dewlet û  çareseriya neteweya demokratîk.

Axaftina destpêkê ya panelê ji aliyê endama Komîteya Azadiya Rêbertî Welat Al ve hate kirin. Welat avabûna PKK'ê bi rojeke pîroz ji bo gelê Kurd û tevahî gelên Rojhilata Navîn bi nav kir û beşdaran vexwend deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan.

'PKK'Ê GELÊ KURD ŞIYAR KIR'

Mijara yekemîn a panelê ji aliyê endama Komîteya Azadiya Rêbertî Amîne Xidro ve hate şîrovekirin. Amîne Xidro behsa pêvajoyên pêşketina PKK'ê kir û got: "Derketina PKK'ê mîna ragihandina pêvajoya şiyarkirina gel ji xewê ye. Ev şiyarbûna îrade û baweriya  Kurd vegerand û enerjiya wî derxist da ku xeta azadiyê bigire û şoreşa rizgariya civakî ya bi rêya hilgirtina pênûs û fikir beriya hilgirtina çekê  bide destpêkirin."

Amîna Xidro bal kişand ser tevlbûna jinan di nava tevgerê de wiha domand: "Jin nûertiya fikirê azad dikin û di hilgirtina berpirsyartiyan de xeta wekheviyê dimeşînin. Jinan zihniyeta mêr guhert."

'TEVGERA RIZGARIYÊ DI PÊKANÎNA ARMANCÊN GEL DE BI SER KET'

Paşê beşdaran li ser mijara yekemîn nêrînên xwe anîn ziman.

Endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê Bedran Hemo diyar kir PKK'ê di 43 salên têkoşînê de Kurd ji qirkirinê parastin û çareseriyên demokratîk ji şerê li Rojhilata Navîn pêşkêş kir.

Endamê Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekitî) Mihemed Heyder jî got PKK'ê hêz da  jinên Kurd da ku beşdarî têkoşîna rizgariyê bibin û anî ziman ku PKK'ê bi hezaran şehîd di oxira doza kurdî de dan.

Heyder şoreşa PKK û şoreşên kurdî yên berê anî ber hev û got: "Şoreşên berê bi girtin an şehadeta serokên wê mîna Şêx Seyîd bi dawî dibûn, lê tevî girtina rêber Abdullah Ocalan şoreşa PKK'ê berdewam dike û hêza wê gihiştiye lûtkeyê."

'NETEWEYA DEMOKRATÎK HEMÛ GOTIN Û TEORIYÊN NETEWEPEREST PÛÇ KIRIYE'

Mijara duyemîn a panelê ji aliyê endamê Komîteya Azadiya Rêbertî Enwer Mûsa ve hate şîrovekirin. Mûsa anî ziman ku  teoriya neteweya demokratîk hemû gotin û teoriyên neteweperest ên ku bi rêya mêtîngeriyê derbasî hermê bûn, pûç kiriye û nirxên bilind di wijdanê gelê herêmê de xurt kir.

Her wiha diyar kir ku hemû hincetên ne mentiqî yên ku dewleta faşîst a Erdogan di êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derdixist, rastî bertekên tund ên gel û pêkhateyên herêmê hate. Mûsa da zanîn ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a ku îradeya pêkhateyan temsîl dike karîbû li hember planên Tirkiyê yên dagirkirina herêmên din ên Sûriyê bigire.

'BÊYÎ TEORIYA ŞOREŞGERÎ ŞOREŞ NABE'

Li ser vê mijrê, ji rûsiyên Helebê, Şêx Elî Hesen anî ziman ku PKK'ê bi îdeolojiya xwe karîbû fikirên şoreşgerî bigihîne hemû pêkhateyên herêmê û ji bo her kesê ku dixwaze di nava azadî û rûmetê de bijî, şoreşeke fikirî li dar xist.

Endama rêber a Kongreya Star Zeyneb Îbo diyar kir sîstema hevserokatiyê yek ji berhemên projeya neteweya demokratîk a ku rê li ber jinan vekir ku di her qadan xwe pêş bixîne.

Nivîskar û rojnamevan Cemîl Reşîd diyar kir ku fikirên PKK'ê li gorî hemû pêkhateyan û got: "Bêyî teoriya şoreşgerî şoreş nabe û teoriya Rojhilata Navîn ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye amadekirin û berpirsyariya dîrokî ya pêkanîna wê li ser milê PKK’ê ye."

Di dawiyê de bi boneya salvegera damezirandina PKK'ê kêk ji aliyê  dayika şehîd Alan, Remziya Salih ve hate birîn.

ANHA