Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê konferansa xwe li dar xist

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê konferansa xwe ya 7'emîn li dar xist.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê konferansa xwe li dar xist
26 mijdar, 2021   18:59
HESEKÊ

Bi diruşma "Şerê gelê şoreşger em ê dagirkerî û faşîmza dewleta Tirk têk bibin" Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê konferansa xwe ya 7'emîn li hola Silko ya taxa Xişman a bajar li dar xist. Bi sedan malbatên şehîdan, nûnerên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, Kongreya Star beşdarî konferansê bûn.

/ar/uploads/files/2021/11/26/165138_dsc_0024.webp

Konferans bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê dayika şehîd Hemze Tolhildan, Necah Dawud axaftina destpêkê ya konferansê kir û got, serkeftinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin bidestxistin berhemên keda bi hezaran şehîdan û anî ziman ku malbatên şehîdan wê dev ji armancên zarokên xwe yên şehîd bernedin.

/ar/uploads/files/2021/11/26/171127_njah-da.webp

Necah Dawud destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê ji bo têkbirina projeya biratiya gelan û çanda gelan e.

Ji bo birêvebirina konferansê 5 endamên dîwanê; Mehmûd Cewad, Ehmed Esed Hesen Ubeyd, Bera El-Salih û Nesrîn Mirîî hatin hilbijartin.

/ar/uploads/files/2021/11/26/165207_hydr-salh.webp

Bi navê QSD'ê fermandar Salih Heyder jî axivî, şehîd bi namaye erd ji bo asîman bi nav kir û got: "Ev name wateyên pîroz li ser fedekariyên gelan ên li hemberî zor û zilmê hildigire."

Heyder diyar kir ku erkên wan ên pêşîn rizgarkirina herêmên dagirkerî di serî de Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ne.

/ar/uploads/files/2021/11/26/165225_abd-alghny-awsw.webp

Bi navê PYD'ê Ebdulxenî Oso jî diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevgirtina xwe û kombûna xwe li derdora projeya Rêveberiya Xweser li pêşiya berjewendiyên navneteweyî yên li hermê bû kelem.

Piştre rapora salên 2020 û 2021'an a Meclisa Malbatên Şehîdan ku ji rewşa siyasî, rêxistinî û xebatên meclisê pêk dihat, hate xwendin. Beşdaran nirxandinên xwe derbarê raporê de anîn ziman.

Di dawiya konferansê de hilbijartin pêk hatin, Selma Qasim û Xalid Darê wekî hevserok hatin hilbijartin û 15 endamên meclisê hatin hilbijartin.

(la)

ANHA