Li Kobanê şehîdên meha Mijdarê hatin bi bîranîn

Şêniyên Kobanê cangoriyên azadiyê yên meha Mijdarê li goristana Şehîd Dicle bi bîr anîn.

Li Kobanê şehîdên meha Mijdarê hatin bi bîranîn
26 mijdar, 2021   17:14
KOBANÊ

Şêniyên Kobanê serdana goristana Şehîd Dicle ya başûrê bajar kirin û 240 cangoriyên meha Mijdarê yên ku li cih û salên cûda şehîd bûne bi bîr anîn.

Di merasîma bîranînê de hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî axivî û salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li gelê Kurd, hemû gelên herêmê û malbatên şehîdan pîroz kir.

Eyşe Efendî banga xurtkirina têkoşînê li hember dagirkeriya Tirk û hevalbndên wê kir.

Piştî bidawîbûna axaftinê, beşdaran mûm li ser gorên şehîdan pêxistin.

(la)

ANHA