5 sal ceza girtîgehê li Leyla Guven hate birîn

Bi îdiaya ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di axaftina xwe ya 2020’an de “propagandaya rêxistinê” kiriye 5 sal ceza girtîgehê lê hat birîn.

5 sal ceza girtîgehê li Leyla Guven hate birîn
26 mijdar, 2021   17:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Doza ku ji ber axaftina wê ya 15’ê 2020’an di panêlekê de kirî di derbarê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Wekîla berê ya Colemêrgê Leyla Guven de hatî vekirin, rûniştina 4’an ya biryardayinê hat lidarxistin.

Di îdianameya derheqê Guven de ya ji ber hevokên “Banga aştiyê ya Birêz Ocalan pir girînge. Tecrîdê rakin. Tendirustî û ewlehiya Ocalan biparêzin. Aştî were Rojhilata Navîn” ku Guven di axaftina xwe de bikar anîbû hatibû amadekirin de tawanbariyên “bê îtîbarkirina dewletê”, “dehfdayina gel ber bi kîn û dijminatiyê” û “pesnê sûc û sûckar dayîn” hate nîşandan.

Doz ku li 2. Dadgeha Ceza Asliyê ya Colemêrgê hat darizandin îro rûniştina biryarê hat lidarxistin.

Guven ji Girtîgeha Sergirtî ya Jinan ya Tîpa E ya Elazixê, parêzerê wê Serdar Çelebî jî li Edliyeya Amedê bi Sîstema Têkilîdanînê û Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevlê rûniştinê bûn.

Şandeya dadgehê di rûniştina biryarê ya doza tê dîtin de bi hêceta “propagandaya rêxistinê” kiriye 5 sal ceza girtîgehê da Guven.