27'ê Mijdarê li Qamişlo û Amûdê hate pîrozkirin

Salvegera 43'an a damezirandina PKK'ê li bajarê Qamişlo bi şahiyekê hate pîrozkirin. Li navçeya Amûdê jî şêniyan bi konvoya erebeyan gereke li dar xistin.

26 mijdar, 2021   17:07
QAMIŞLO

Li taxa Kornîş a bajarê Qamişlo şahiyeke hat lidarxistin, ji ciwan û pîr, jin û mêr gelek kes amade bûn. Qada pîrozbahiyê bi posterên rêber Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hat xemilandin.

/tr/uploads/files/2021/11/26/163504_kamran-levend.webp

Ji rêveberên PYD'ê Kamûran Lewend di pîrozbahiyê de axivî, salvegera damezrandina PKK'ê li hemû şehîdan û rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd pîroz kir.

Piştî axaftinan, şêniyan li derdora agir govend gerandin.

AMÛDÊ

/tr/uploads/files/2021/11/26/163319_amd-2.webp

Li navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo, şêniyan bi konvoyek wesayîtan ku li navçeyê gerandin 27’ê Mijdarê pîroz kirin.

Şêniyan ku alên PKK'ê û posterên rêber Abdullah Ocalan hilda bûn ji qada Şengalê ya li navenda navçeyê derketin rê, bi dirûşmeyan pîrozkirina 27'ê Mijdarê berz kirin.

ANHA