Medyaya YNK’ê: Murad Kanî Kurdeyî hate kuştin

Li gorî medya fermî ya Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK), Fermandarê YNK’ê Murad Kanî Kurdeyî dema hêzên ewlehiyê xwestine desteser bikin, rûbirûyî hêzên ewlehiyê bûye û hatiye kuştin.

Medyaya YNK’ê: Murad Kanî Kurdeyî hate kuştin
25 mijdar, 2021   18:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê vê êvarê li dijî wesayîtek ku Fermandarê YNK’ê Murad Kanî Kurdeyî tê de bû êriş pêk hat û tê gotin jiyana xwe ji dest daye.

Medya fermî ya Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) li ser zimanê çavkaniyekê wiha tîne ziman: “Dema ku hêzên ewlehiyê xwestine Murad Kanî Kurdeyî ku biryara desteserkirina wî hatibû dayîn, desteser bikin, li hemberî hêzên ewlehiyê derketiye û karmendek hêzên ewlehiyê şehîd dike û karmendek din jî birîndar dike. Di encamê de hêzên ewlehiyê bersiv didin û Murad Kanî Kurdeyî dikujin.”