Nûçegihanên Rojnews'ê yên hatin binçavkirin hatin berdan

Her çar rojnamegerên li Silêmaniyê hatin binçavkirin ku 2 jê nûçegihanên Rojnews'ê bûn bi dayîna 500 hezar dînar kefalet hatin berdan.

Nûçegihanên Rojnews'ê yên hatin binçavkirin hatin berdan
25 mijdar, 2021   17:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Dema ku xwepêşandanên duh li Silêmaniyê dişopandin nûçegihanên Rojnews'ê Berhem Letîf û Birwa Esed û nûçegihanê Kanala Bexdadiye û nûçegihanê Kalana Îşraq Rajan Macid hatibûn binçavkirin.

Piştî ku her yek ji wan 500 hezar dînar weke kalafet pere dan hatin berdan.