​​​​​​​Li Ranya di êrişeke çekdarî de 2 kesan jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê li dijî wesayîtek ku tê gotin Efserê YNK’ê Murad Kanî Kurdeyî tê de ye êriş pêk hat. Nayê zanîn saxe yan jiyana xwe ji dest daye. Ji kesên rakirine nexweşxaneyê 2 kesan jiyana xwe ji dest da.

​​​​​​​Li Ranya di êrişeke çekdarî de 2 kesan jiyana xwe ji dest da
25 mijdar, 2021   17:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnews'ê, li navçeya Ranya ya Silêmaniyê ji berî çend kêliyan li dijî wesayîtek ku tê gotin ku Efserê YNK’ê Murad Kanî Kurdeyî tê de ye êriş pêk hat.

Berdevkê Tenduristiya Raperînê ji Rojnews’ê re diyar kir ku 4 kesa rakirine nexweşxaneyê ku 2 kesan jê jiyana xwe ji dest dane û 2 kesên din jî birîndar in.

Têkildarî nasnameya kesên jiyana xwe ji dest dane Tenduristiya Raperînê ti agahî neda.

Heta niha hêzên ewlehiyê li ser mijarê ti daxuyanî nedane. Lê, tê gotin ku wî efserî jiyana xwe ji dest daye.