Sîhanok Dîbo: Divê Kurd û Ereb li hemberî planên mêtîngeriyê yên Tirkiyê hevpeymanan ava bikin

Sîhanok Dîbo têkildarî nêzîbûnbûna sedsaliya Peymana Lozanê û planên mêtîngeriyê yên dewleta Tirk ên li Rojhilata Navîn got, divê Kurd û Ereb hevpeymanan ava bikin da ku li hemberî van planên Erdogan bisekinin.

Sîhanok Dîbo: Divê Kurd û Ereb li hemberî planên mêtîngeriyê yên Tirkiyê hevpeymanan ava bikin
25 mijdar, 2021   04:08
REQA-XALID EL-CUMA

Peymana Lozanê di sala 1923`iyan de di navbera Tirkiye, Brîtanya û Fransayê de hat îmzekirin û ji 143 madeyan pêk tê. Ev made girêdayî birêxistinkirina statûya navneteweyî ya nû ya Tirkiyê, sererastkirina têkiliya wê bi dewletên hevpeymanê re ku di şer de bi ser ketin, xêzkirina jeopolîtîka Tirkiyeya nûjen û diyarkirina sînorê wê bi Yewnanistan û Bulgaristanê re, dewleta Tirk dev ji her mafên siyasî, aborî û serwerî yên li Şam, Iraq, Misir, Sûdan, Lîbya û Qibrisê berde, her wiha bbikaranîna tengavên deryayî yên Tirkiyê di demên şer û aştiyê de werin birêxstinkirin.

Bi nêzîkbûna dîroka bidawîbûna Lozanê re, dewleta dagirker a Tirk dest bi berfirehkirina qada dagirkeriyê li Rojhilata Navîn mîna Iraq, Sûriyê, Lîbya û dewletên din ên Ereban kir. Ji wê zêdetir herêmên Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirine.

Ji dema alozî li Yemen, Lîbya, Misir, Yemen, Tunis, Sûriyê û Iraqê her wiha li Ezerbeycan û Efganistanê dest pê kirin ve, dewleta dagirker a Tirk destwerdan di karûbarên Ereban de kir. Ji wan destwerdanan dixwaze vê peyamê bide ku ew li benda temambûna sedsaliya Lozanê ye da ku vegere û daxwaza vegerandina herêmên ku wekî xaka Tirkiyê dihesbîne bike.

Di vê derbarê de endamê Desteya Serokatiyê ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Sîhanok Dîbo ji ANHA'yê re axivî. Dîbo diyar kir ku beriya bidawîbûna sedsaliya Peymana Lozanê, ji bo têkbirina plan û projeyên dewleta dagirker a Tirk li tevahî Rojhilata Navîn divê xebat were kirin.

Sîhanok Dîbo wiha got: " Bêguman şert û mercên ku rê li ber van nexşeyên erdnîgarî vekirine, îradeya gelên herêmê bi awayekî mezin rakirine. Ez behsa Peymana Lozan 2 û encamê wê dikin ku nasname, destûrên diyar ferz kirin, pêkhate dûr xistin û komkujî pêk anîn."

Sîhanok Dîbo wiha domand: "Ev peyman û beriya wê kongreya Qahîrayê ya sala 1921`an ku dergûşa bingehîn a Lozanê bû û encamên her du peymanan berpirsiyareke mezin hildigrin ser xwe."

'TIRKIYE DI GELEK SÛCAN DE CIH DIGIRE'

Dîbo bal kişand ser sûcên dewleta Tirk û ev yek destnîşan kir: "Ji zêdetirî deh salan ve, bi awayekî eşkere û diyar dewleta Tirk bi serkêşiya Erdogan di vê pêvajoyê de ku em dikarin bi Tirkiyatiya Reş bi nav bikin, sûcên hovane mîna qirkirin û sûcên şer li dijî pêkhateyên herêmê di sêrî de kurdan pêk tîne û herêman dagir dike."

Dîbo îşaret bi destwerdanên rejîma Tirk ên li welatan û wiha pê de çû: "Em di wê baweriyê de ne ku dewleta Tirk îro tevahiya rojavayê Lîbyayê dagir dike. Destên wê di gûrkirina aloziyên li herêmê de, di Bendava Nehadayê de ya di navbera Etiyopya û Misirê de hene. Em behsa hebûna leşkerî ya ne rewa ya Tirkiye li Yemenê dikin û behsa dagirkeriyeke eşkere li ser xaka Başûrê Kurdistanê û gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin."

'JI BO TÊKBIRINA PLANÊN TIRKIYÊ HEVGIRTINA EREB-KURD ÇARESERÎ YE'

Dîbo destnîşan kir ku sedsaliya Peymana Lozanê ji bo dewleta Tirk girîng e û ji bo têkbirina planên wê yên berfirehkirinê divê pêkhateyên herêmê di sêrî de Kurd û Ereb gavên cidî bavêjin û hevpeymanan ava bikin.

Dîbo têkildarî planên berfirehkirina mêtîngeriyê yên dewleta Tirk li welatên ereban bi giştî û dewletên cîran bi taybet hişyarî da û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî projeyên dijberî pêkhateyên herêmê bi taybet projeyên osmaniya nû astengiya  herî mezin. Divê piştgirî ji vê projeyê û tecrubeya tifaqa hemû pêkhateyên herêmê re bê dayîn.”

(şx)

ANHA