40 sal derbas bû, lê hîna jî tundî zêde dibe

Di ser 25'ê Mijdara 1981'an ku wekî roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan hate ragihandin re 40 sal derbas bû. Tevî wê jî hîna li tevahî cîhanê zext û tundiyeke zêde li dijî jinan tê meşandin, lê hinek dewleta û herêman zêdetir e. Li herêmên di bin serweriya dagirkeriya Tirk de yên Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê pir zêde ye.

40 sal derbas bû, lê hîna jî tundî zêde dibe
25 mijdar, 2021   05:15
NAVENDA NÛÇEYAN – SOZDAR WEQAS

Piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê di 18 'ê Adara 2018'an de kantona Efrînê û di Cotmeha 2019`an de jî herêmên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, ew herêm veguherandin girtîgehên veşartî û gelê wan herêman ji asoyên aştiyê bêpar hiştin.

Dagirkeriya Tirk tevî çeteyên xwe li herêmên dagirkirî yên sûriyê gelek sûcên dermirovî li dijî jinan bi taybet pêk anîn. Li herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên dairkirî jî bi behaneyên ku têkiliyên jinan berê bi Rêveberiya Xwerser hebûn, gelek jin revandin, îşkence kirin û kuştin. Hema bêje rojane jinên ku ji sûcên dagirkeriyê rizgar bûne, hûrguliyên sûsret yên sûcên li dijî jinên revandî vedibêjin û eşkere dikin ku çawa dagirker malbatên wan şantaj dikin da ku pereyan ji malbatên wan bistînin.

/kr/uploads/files/2021/11/24/211028_-25-..-2.webp

Tundî û tecawiz ji bo welatekî mîna Tirkiyê ne tiştekî nû ye ku kuştina jinan lê zêde bûye. Platforma "Em ê Kuştina Jinan Rawestînin" a Tirkiyê di Tebaxa borî de, di daneya xwe ya herî dawî de eşkere kiribû ku 31 jin di Tebaxa borî de hatine kuştin û li ser mirina 21 jinan jî guman hene.

Di raporeke mafên mirovan de hat gotin ku ji 31 jinên hatine kuştin, 6 jin ji hêla hevserên xwe ve, 5 ji wan ji hêla mirovên xwe ve, 4 ji hêla hevserê xwe yên berê ve, 4 ji hêla bavên xwe, 3 ji hêla kurên xwe ve, 3 ji hêla xizmên xwe ve, 1 ji hêla zilamekî ve ku nexwest pê re bizewice, 1 ji hêla mêrekî nenas ve, 1 ji hêla hevalê xwe ve, 1 ji hêla birayê xwe ve, 1 ji hêla sûcdarekî negirêdayî wê ve û 1 jî ji hêla dilketiyekî ku nexwestiye pê re biaxive ve, hatine kuştin.

Di raporê de hat gotin ku ji sedî 80`ê jinên di Meha Tebaxê de hatine kuştin, li malên xwe hatin kuştin. Di meha Tîrmehê de 20 jin hatin kuştin. Her wiha hat diyarkirin ku hejmara jinên ji destpêka salê ve hatine kuştin gihaşt 201 jinan ku guman li ser kuştina wan heye.

Di sala borî de bi heman sedeman 300 jin hatibûn kuştin û li ser mirina 171 jinan jî guman hebû.

Rewşa jinên li herêmên dagirkirî çi ye?

Navenda Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê diyar kir ku zêdetirî hezar jin ku piraniya wan biçûk in ji destpêka dagirkirina Efrînê ve, ji aliyê dewleta Tirk ve hatine revandin û heta niha çarenûsa zêdetirî 400 jinan ne diyar e.

Tenê li herêma Efrînê ya dagirkirî zêdetirî 84 jin hatin kuştin, di nav de 6 jinan xwe kuştine, 71 jin rastî destdirêjiyê hatine û zêdetirî 216 jin jî birîndar bûne.

Her wiha Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan li Sûriyê sûcên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tomar kirin, bi giştî 18 jin hatine kuştin, 49 jin hatine revandin û 23 dozên ne diyar hene.

Jina bi navê Nadiya Silêman (24) a ku di zindanên dagirkeriya Tirkiyê de li parêzgeha Efrînê ya dagirkirî dihate ragirtin û jê rizgar bû, êşên giran kişandin û rojên bi tirs jiyan, heta gihaşt astekê ku xwe bikuje.

Di hevpeyvîneke taybet de li gel ajansa me di Adara 2021'an de Nadiya ku ji girtîgehên dagirkeriya Tirk rizgar bûbû, azarên ku kişandine wiha parve kiribûn: “Di wê demê de me nedikarî tiştekî red bikin, wan vîna me ji destê me biribû, bi boriyên avê li me didan. Parçeyên hesin ên tûj li min dixistin û ava lîmona toz li bin neynûkên me dikirin, her tiştê xerab dianîn serê me, ji ber ku biryara her tiştî di destê wan de bû."

Her wiha istîxbarata dewleta Tirk di Cotmehê de jina ducanî ya bi navê Nemet Şêxo (32) kuşt. Beriya wê Nemet tevî hevserê xwe hatibû revandin û îşkence lê hatibû kirin. Nemet ji ber îşkenceya giran ku lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da.

Tevî ku di madeya (27) ya hevpeymana Çaremîn a Cinêvê ya ji bo parastina jinan li dijî her cure êrişan û bi taybet buyerên tecawizê û zorê, hatiye îmzekirin. Lê dîsa jî sûcên belgekirî, binpêkirinên li dijî jinan, buyerên dermirovî û derexlaqî û tundiya sîstematîk li dijî jinan li herêmên dagirkirî didomin.

Endama Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan li Sûriyê Şîrîn Çolî di qeydeke deng de ku ji ajansa me re şandiye, diyar kir ku jin li herêmên dagirkirî rastî karesateke trajedîk tên û destnîşan kir ku jin qurbaniyên herî berbiçav ên sûcên dagirkeriyê ne. Her wiha Şîrîn Çolî destnîşan kir ku dagirkertiya Tirk li wan herêman hovîtiyê li dijî jinan dimeşîne û rêjeya sûcan roj bi roj bê hesab zêde dibin.

Rêxistina mafên mirovan kuştina 56 jinan ji aliyê leşkerên Tirk ve li ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê, dema ku hewl didan sînor derbas bikin û kuştina 83 zarokên ku temenê wan di bin 14 saliyê de ne, di van salên dawî de belge kirin.

Behaneyên namûsê !!

Eyde El-Hemûdî ya 16 salî ku ji bajarê Hesekê bû û di 28'ê Hezîranê de ji aliyê kesên tê îdiakirin ku bira û apên wê ne ve li gundewarê bakurê Hesekê bi behaneya "namûs û bêrûmetiyê" hate kuştin, piştî ku zewicandina bi pismamê xwe re red kir. Lê xizmên wê îdia kir ku bi ciwanekî jê hez dikir re hewl daye bireve. Tevî hovîtiya wê kêliyê, lê ji bîr nekirin ku kuştina Eyda bi dîmen qeyd bikin û weke îsbatekê ku wan namûsa xwe paqij kiriye, belav bikin.

Li gorî dozên ku Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê belge kirine, kuştinên bi hicetên "namûsê" li cem kuştina Eyda ranewestiyan. Ji destpêka sala 2021'an ve hejmara dozên tundiya li dijî jinan zêde bûye.

Ji destpêka sala 2021'an û vir ve buyerên şidetê yên li hemberî jinan weke kuştin, lêdan, bikaranîn, gefa kuştinê, destdirêjî, zewicandina zarokan, zewaca pirjinî, xwekuştin û destavêtinan, gihaştiye 657 buyeran.

Hewl didin careke din jinan bikin kole

Di Cotmeha borî de çeteyên dewleta dagirker a Tirk nivîsgehek bi navê "zewaca pirjinî" li bajarê Ezazê yê Sûriyê yê dagirkirî vekir. Logoya wê wiha bû mêrek û derdora wî 4 jin hene. Bi vê yekê behsa mafê zilaman ê zewaca bi 4 jinan re hatiye kirin. Dagirker bi rêya vê nivîsgehê hewl didin jinan lewaz bikin û dîsa wê bikin kole. Sazî û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet û Sûriyê bi giştî vekirina nivîsgehê şermezar kir.

40 derbas bûn, lê hîna jî tundî berdewam e

Di sala 1981'an de çalakvanên Rêxistina Jinan Encuentro li Amerîkaya Latîn û herêma Karîbîk 25`ê Mijdarê wekî Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan bi nav kir. Di 17'ê Kanûna 1999'an de Neteweyên Yekbûyî (NY) ev roj bi awayekî fermî ragihand. Piştî derbasbûna 40 salan ji îlankirina vê rojê, hîna jî tundî zêde dibe.

(şx)

ANHA