Nûçegihanên Rojnewsê Berhem û Birwa winda ne

Nûçegihanên Rojnewsê Berhem Letîf û Birwa Eshed ku xwepêşandanên Silêmaniyê dişopandin windan e û t agahî ji wan tune ne.

Nûçegihanên Rojnewsê Berhem û Birwa winda ne
24 mijdar, 2021   19:59
NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gorî Rojnewsê nûçegihanên bi navên Berhem Letîf û Birwa Eshed ku xwepêşandanên Silêmaniyê dişopandin ji saetên êvarî ve windan e û tu agahî ji wan tune ne.

Li gorî çend şahidên bûyerê, hêzên ewlehiyê ew nûçegihand binçav kirine, lê tu aliyên berpirs binçavkirina herdu nûçegihanan piştrast nakin.

Duh jî li ber Malbenda Rêxistina YNK’ê ya Silêmaniyê kamera û nasnameya rojnamegerî ya Birwa Eshed jê hatibû standin. Lê piştre, bi hewla Şaxê Sendîkaya Rojnamegerî ya Silêmaniyê kamere hate standin, lê hîn amûrên wî yên din nehatine wergirtin.

Rojnewsê serî li Navenda Metro û Şaxê Sendîka Rojnamegerî ya Silêmaniyê da û agahiya windabûna nûçegihanan da wan.

Rojnews Lijneya Ewlehiyê ya Silêmaniyê berpirs selametiya nûçegihanên xwe dibîne û bang lê kir ku demildest çarenûsa wan eşkere bike.