Konferansa 7'an a Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê li dar ket

Bi diruşma "Bi şerê gel ê şoreşgerî em ê dagirkerî û faşîzma Tirk têk bibin"Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê konferansa xwe ya 7’an li dar xist.

24 mijdar, 2021   18:08
HESEKÊ

Konferansa 7’an a Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temir vê sibehê bi diruşma "Bi şerê gel ê şoreşgerî em ê dagirkerî û faşîzma Tirk têk bibin" dest pê kir. Konferansa bi beşdarbûna bi dehan malbatên şehîdan û nûnerên saziyên sivîl ên navçeyê li avahiyê meclisê li dar ket.

Konferansa bi deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir, piştre diyaka şehîd Jînda, Hemdiye Mihemed Kûtê bixêrhatina beşdaran kir û konferans li malbatên şehîdan û rêber Abdullah Ocalan pîroz kir. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştre bavê nûçegihanê ajansa me şehîd Seed, Mihemed Seîd Şêxmûs perspektîfên rêber Ocalan ên ji bo malbatên şehîdan xwendin.

Dûvre bi navê hêzên leşkerî ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temir Çîçek Zagros, bi navê Kongreya Star Madlîn Ubêd û bi navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Idrîs Namo axivîn.

Di axaftinan de lidarxistina konferansa Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê hate pîrozkirin û behsa fedekariyên şehîdan ên parastina herêmê ji êrişan hate kirin. Her wiha hate gotin: "Bi saya şehîdan şoreşa me şoreşa rûmetê li cîhanê deng veda, em li pêşberî cîhanê bi vê şoreşê serbilind in, ji ber ku şêniyên herêmê û şehîdên wê teror têk bigirin û li hemberî dagirkerî û êrişan sekinîn."

Kesên axivîn bang li malbatên şehîdan kir ku bi rihê gelê şoreşgerî piştgiriya yekîneyên parastinê û Rêveberiya Xweser xwe bikin.

Piştî axaftin bi dawî bûn, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Asûr Menaf Ubêd rapora du salan a Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Malbatên Şehîdan a Asûr xwend.

Paşê deriyê nîqaşê li pêşberî beşdaran hate vekirin û li daxwazên wan hate gudarkirin.

Li ser vê yekê 15 biryarên girêdayî rewşa malbatên şehîdan, vekirina dewreyên perwerdeyê, banga azadiya fîzîkî ya rêberOcalan , parastina destkeftiyên şoreşê û şopandina rêya şehîdan hatin girtin.

Dûvre meclisa nû ya malbatên şehîdan a navçeyê ji 11 kesan  hatin hilbijartin. Endamên nû yên meclisê sond xwarin.

Konferansa bi berzkirina diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bi dawî bû.

Piştî konferans bi dawî bû, hevserokatiya Gerînendeya Kar û Barên Şehîdan a Herêma Cizîrê Lîna Yusif  ji ajansa me re axivî. Lîna Yusif konferansa 7`an li Melicsa Malbatên Şehîdan a Til Temir pîroz kir û got: "Beriya konferansa Til Temir 11 konferansên meclisên malbatên şehîdan hatin lidarxistin û ew ê li herêmên Cizîrê jî werin lidarxistin da xizmeta malbatên şehîdan bikin."

Lîna Yusif diyar kir ku di vê konferansê de biryar hatin girtin û wiha got: "Bi erêkirina piraniya delegeyan gelek biryar hatin girtin ji wan, parastina rêbertî, serdana malbatên şehîdan û parastina herêmê û destkeftiyên wê were kirin."

Lîna Yusif di dawiyê de da zanîn ku piştî konferansên herêm û navçeyan bi dawî bibin, dê kongreyekî giştî ya meclisên malbatên şehîdan were lidarxistin da hemû biryarên di konferansan de hatine dayîn, werin erêkirin.

(eh-fr)

ANHA