Yekitiya Werzîşê ya Tebqa turnuvaya ping pongê li dar xist

Nivîsgeha lîstokên takakesî  ya Yekitiya Werzîşê li bajarê Tebqayê turnuvaya lîstoka ping pongê bi beşdariya 60 lîstokvanên ji tevahî civakê li dar xist.

Yekitiya Werzîşê ya Tebqa turnuvaya ping pongê li dar xist
24 mijdar, 2021   17:40
TEBQA

Pêşbirkên roja yekemîn li hola Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê dest pê kirin û dê heya  sibe berdewam bikin.

/ar/uploads/files/2021/11/24/151746_alathad-alryadhy-yqym-btwlh-lkrh-altawlh-fy-mdynh-altbqh-28829.webp

60 lîstokvan ji keç û xortan beşdar turnuvayê bûn û dabeşî 4 koman bûn. Kesên bi serkevin derbasî qonaxa dawî dibin û dê kesên bi serkevin sibe maça dawî bilîzin.

Dê çalakiyên turnuvaya ping pongê bi xelatkirina kesên bi serketî bi dawî bibin.

ANHA