Şêx Mihemed Sadiq El-Isêdî banga hesabxwestina ji dewleta Tirk kir

Berdevkê rûspiyên Minbicê Mihemed Sadiq El-Isêdî bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîlayan ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir û teqez kir ku divê dewleta Tirk li ser bikaranîna çekên kîmyewî were cezakirin.

Şêx Mihemed Sadiq El-Isêdî banga hesabxwestina ji dewleta Tirk kir
24 mijdar, 2021   06:46
MINBIC-EHMED QERACE

Berdevkê rûspiyên bajarê Minbic û gundewarên wê Mihemed Sadiq El-Isêdî têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî li dijî Başûrê Kurdistanê ji ajansa me re axivî.

Berdevkê rûspî û şêxên Minbicê Mihemed Sadiq El-Isêdî bêdengiya navneteweyî ya li hember êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên herêmê şermezar kir û got: "Dewleta Tirk sûcên dermirovî û derexlaqî pêk anîn. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevgerên leşkerî yên dewleta Tirk berdewam dikin. Armanc jê fikirê neteweya demokratîk ku hikumeta Erdogan li ser xwe xeter dibîne, têk bibe. Ji ber ku eger ev fikir li Tirkiyê belav bibe dê dewleta Tirk veguhere neteweyeke demokratîk, ev jî li kêrî wê nayê."

El-Isêdî anî ziman ku eşîr êdî dizanin ku dewleta Tirk dixwaze projeya neteweya demokratîk a li herêmê têk bibe û çarenûsa gelê Sûriyê ne di xema wê de ye.

Mihemed Sadiq El-Isêdî ev tişt got: "Dewletên mêtinger û dîktator ji vê fikirî ditirsin, ji ber vê yekê li hember êrişên dewleta Tirk bê deng in. Rêveberiya Xweser banga jiyana hevbeş bi tevahî gelên cîhanê re dike û banga sekna li dijî dîktatorî û destpotiyê dike."

El-Isêdî destnîşan kir ku hikumeta Erdogan li çiyayên Başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar tîne û tu tevgereke navneteweyî li dijî vê yekê tune ye û diyar kir  tevî ku ev çek qedexekirî ne û di dadgehên navneteweyî kesên bi kar tîne tên cezakirin, lê civata navneteweyî li hember bikaranîna wê bêdeng e.

El-Isêdî da zanîn ku divê civata navneteweyî li ser bikaranîna çekên kîmyewî li dijî çiyayên Kurdistanê cezayan dewleta Tirk li dijî wê bibire.

Berdevkê rûspî û şêxên  bajarê Minbic û gundewarên wê Mihemed Sadiq El-Isêdî wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê em bibin yek û bi yek destî li dijî çi dagirkeriyê bisekinin. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze herêmên Sûriyê dagir bike û bi dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê bes nabîne. Divê civata navneteweyî sûcên dagirkeriya Tirk ên dermirovî li dijî Sûriyê û çiyayên Kurdistanê rawestîne."

(fr)

ANHA