​​​​​​​Sîhanok Dîbo navaroka hevdîtina MSD û Lavrov re eşkere kir

Sîhanok Dîbo diyar kir ku wezareta Karên Derve ya Rûsya îmkaneke cidî nîşan da ku MSD'ê beşdarî proseya siyasî ya Sûriyê û destûra Sûriyê bibe. Her wiha îşaret bi nenavendîbûnê  li Sûriyê û Rêveberiya Xweser ku modelek be kir.

​​​​​​​Sîhanok Dîbo navaroka hevdîtina MSD û Lavrov re eşkere kir
24 mijdar, 2021   04:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi xwendineke fermî, şandeyek ji Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi serokatiya seroka Desteya Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed  duh (23'yê Mijdarê) bi wezîrê karê derve yê Rûsya Sergey Lavrov, Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê Mikhail Bogdanov û nûnerê wezareta parastinê û berpirsên rûs di dosyaya  Sûriyê de hevdîtin pêk anîn.

Şandeya MSD û Rêveberiya Xweser a ku serdana Rûsya kir, ji endamê meclisa serokatî ya MSD, berpirsên dosyaya karûbarên Rûsya di meclisê de Sîhanok Dîbo, hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Nezîre Gewriyê, cîgirê Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Fener El-Giêt, nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Moskovayê Rêşad Bênav û nûnerê PYD'ê yên li Moskova Ebduselam Elî pêk dihat.

Têkildarî mijarê ku di hevdîtinê de hatin nîqaşkirin, Sîhanok Dîbo ji ANHA'yê re axivî.

Dîbo daxuyand ku wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê diyar kir ku welatê wî destekê dide diyalogên sûrî-sûrî, her wiha diyalogên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de. Dîbo got: "Şandeya rûsî teqez kir ku ew destekê didin van diyalogan û hêvî dikin ku bi serkevin."

Sîhanok Dîbo destnîşan kir ku giraniya nîqaşan li ser rewşa herêmên bakurê rojhilatê Sûriyê û girîngiya çareserkirina aloziya Sûriyê bi rêbazên siysaî li gorî biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya 2254'an bû.

Dîbo da zanîn ku wezîrê Karên Derve yê Rûsya îmkaneke cidî nîşan da ku MSD'ê beşdarî proseya siyasî ya Sûriyê û destûra Sûriyê bibe. Her wiha îşaret bi nenavendîbûnê  li Sûriyê û Rêveberiya Xweser ku modelek be kir.

Sîhanok Dîbo destnîşan kir ku di nîqaşan de bal hate diyarkirin ku gereke tu herêmên Sûriyê ji alîkariyên mirovî neyên dûrxistin.

ANHA