Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê konferansa xwe ya 7'an li dar xist

Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Dirbêsiyê konferana xwe ya 7'emîn li dar xist.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê konferansa xwe ya 7'an li dar xist
24 mijdar, 2021   15:18
HESEKÊ

Bi diruşmeya "Bi şerê gelê şoreşger em ê dagirkerî û faşîzma dewleta Tirk têk bibin", Konferansa 7'emîn a Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê li dar ket.

Konferansa bi beşdarbûna 200 endamên meclisê, endamên meclisê sivîl, leşkerî û saziyên Rêveberiya Xweser li navneda Çand û Hunerê ya navçeyê hate lidarxistin.

/ar/uploads/files/2021/11/24/141105_fatmh-klsh.webp

Konferans bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Fatime Keleş axivî û got: "Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşeke mezin e, gelên herêmê bi hemû pêkhateyên xwe bêyî cûdabûn şer kirin û herêmên xwe ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin û bi îradeya xwe ya xurt rêxistina herî tundraw li cîhanê têk birin."

Fatime Keleş anî ziman ku pêkhateyên herêmê niha şerê dagirkeriya Tirk dikin ya ku hewl dide projeya demokratîk a li herêmê têk bibe û got, ew ê xeta têkoşînê berdewam bikin.

/ar/uploads/files/2021/11/24/141129_naman-arbw.webp

Endamê PYD'ê Nûman Erebo jî diyar kir ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina herêmê berdêlên giran dan û got, serkeftinên hatine bidestxistin berhemêm keda şehîdan e.

/ar/uploads/files/2021/11/24/141050_amran-awrkysh.webp

Di konferansê de ji fermandarên QSD'ê Ûmran Orkêş konferans li malbatên şehîdan û tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û soza parastina herêmê û şopandina xeta şehîdan da û ev tişt got: "Berdêlê çi dibe bila bibe, em ê herêmê xwe biparêzin, herêmên dagirkirî ji Efrîn heya Serêkaniyê rizgar bikin û xeta şehîdan bişopînin."

/ar/uploads/files/2021/11/24/141027_abyr-hsn.webp

Endama Kongreya Star Ebîr Hesen got: "Lidarxistina vê konferansê îsbat dike ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe birêxistinkirin û berxwedanê berdewam dikin û li hemberî hemû hewldanên guhertina demografîk bi xaka xwe ve girêdayî ne û bi îsrar in ku serkeftinên mezintir pêk bînin."

Piştî axaftinan, nirxandinên rêber Abdullah Ocalan ên derbarê şehîd û şehadetê de hatin guhdarkirin.

Her wiha rapora xebatên Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê yên du salên dawî hatin xwendin û ji aliyê beşdaran ve hatin nirxandin.

Paşê hilbijartin pêk hatin, 5 endam û hevserokatiya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê hatin hilbijartin.

Meclisa nû soza şopandina xeta şehîdan da.

ANHA