Mîhrîcana "Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê ye" di roja 5'an de didome

Di roja 5'an a Mîhrîcana Şano ya "Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê ye" de, şanoya "Rakirina Striyan" hate pêşandan.

Mîhrîcana "Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê ye" di roja 5'an de didome
24 mijdar, 2021   15:51
KOBANÊ

Mîhrîcana Şano ya "Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê ye"di roja xwe ya 5'an de li ser dika şanoyê ya navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê berdewam dike.

Di roja 5'an de bi amadebûna girseyeke mezin  şanoya "Rakirina Striyan" ya endamên navenda Çand û Hunerê ya bajarê Minbicê hate pêşandan. Şano balê dikişîne ser belavkirina hezkirin û aştiyê li şûna nefertî û tundiyê.

Endamên koma şanoyê diyar kirin ku bi rêya vê şanoyê dixwazin peymana aştiyê bidin. Şanoger Elî Betran ji ANHA'yê re got: "Bi tevlîbûna me ya Mîhrîcana Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê ye, em hewl didin peymana aştiyê bighînin beşdaran û hemû hewldanan dikin da ku di vê yekê de bi serkevin. Her wiha em hewl didin wêneyeke nêzî rewşê bidin. Bi şanoya Rakirina Striyan em ji temaşevanan re bidin xuyakirin ku em çawa dikirin kîn û nefretê di nav civakê de rakin."

/ar/uploads/files/2021/11/24/145133_shaban-alaydw.webp

Derhênerê şanoyê û dîzaynkerê dîkorên şanoyê Şaban El-Îdo jî ev tişt got: "Şano dermanê birînên me ye. Bi rêya şanoya xwe ya îro em hewl didin vî dermanî pêşkêşî temaşevanan bikin da ku vegerin xwezaya xwe û ji birînên xwe şîfa bibin. Peyama min a ji beşdaran re; ji hev hez bikin, ji ber ku hezkirin çareseriya yekane ye da ku em bi aştî bijîn."

/ar/uploads/files/2021/11/24/145118_alysar-brkl.webp

Şanoger Elîsar Berkel têkildarî mîhrîcanê got: "Ev mîhrîcan ji bo min wekî jin gelek watedar e, ya ku moralê min bilind kir û hişt ku başdarî mîhrîcanê bibin çalakiya şehîd Arîn Mîrkan bû ku ji bo em bi aştî bijîn canê xwe feda kir. Arîn Mîrkan pêşenga me ye. Peyama min ji hemû jinan re ew e ku mîna Arîn Mîrkan bin û bendên tirsê bişkînin."

Mîhrîcan wê heya 27'ê Mijdarê dewam bike, sibe dê şanoyeke ji aliyê endamên Navenda Çand û Hunerê ya Helebê were pêşandan.

ANHA