Şêniyên Dêrazorê piştgiriya xwe ya ji Rêveberiya Xweser û QSD`ê re nîşan da

Meclisa Gel a bajarokê Hecînê ji bo redkirina gotegotên derbarê radestkirina herêmên ku QSD`ê rizgarkirine gelek civîn ji şêniyên herêmê re li dar xistin.

Şêniyên Dêrazorê piştgiriya xwe ya ji Rêveberiya Xweser û QSD`ê re nîşan da
Şêniyên Dêrazorê piştgiriya xwe ya ji Rêveberiya Xweser û QSD`ê re nîşan da
Şêniyên Dêrazorê piştgiriya xwe ya ji Rêveberiya Xweser û QSD`ê re nîşan da
Şêniyên Dêrazorê piştgiriya xwe ya ji Rêveberiya Xweser û QSD`ê re nîşan da
Şêniyên Dêrazorê piştgiriya xwe ya ji Rêveberiya Xweser û QSD`ê re nîşan da
24 mijdar, 2021   14:57
DÊRAZOR

Meclisa Gel a Bajarokê Hecînê duh li bajarokê Sûse civînek li dar xistibû, îro bi heman mebestî li navenda Ciwanan a Hecînê civîn li dar xist. Welatiyên bajarok û endamên saziyên sivîl, jin, şêx û rûspiyên eşîrên herêmê tev li civînê bûn.

Di her du civînan de îşaret bi rêbazên şerên taybet û gotegotên dawîn ên hikumeta Şamê yên li ser radestkirina herêmên Dêrazorê hat kirin.

Hevserokê Meclisa Gel a Hecînê Selah Selman di her du civînan ew gotegot red kir û wiha got: "Em bazaran li ser axa ku bi saya xwîna ciwanên herêmê rizgar bûye nakin."

Li aliyekî din jî di civînan de behsa gefên dawîn ên dewleta Tirk û hewldana wê ku destwerdana herêmê bike hat kirin.

Her wiha di civîna îro de û bi boneya 25`ê Mijdarê endama Rêveberiya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiyayê şaxê Dêrazorê Mûna El-Iwêd axivî û behsa encamên tundiya li ser jinan û bandora wê ya li ser civakê bi giştî û di bin serweriya dagirkeriyê bi taybet kir.

Di civînan de şêniyan gotin ew piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Rêveberiya Xweser dikin û her wiha piştrast kirin ku tecrubeya Rêveberiya Xweser ji bo bidawîkriina azarên gelê Sûriyê çareseriya yekane ye.

Di civînan de îşaret bi rewşa rêxistinî, xizmetguzariyê, kêmasî û zehmetiyên ku gel pê re rû bi rû mane, hat kirin û rêbazên çareserkirina pirsgirêkan hatin nîqaşkirin.

Her du civîn bi du daxuyaniyên cuda bi dawî bûn. Daxuyaniya civîna duh bi navên serokên meclis, rêveberan, rûspiyan, rewşenbîr û karmendên navçeya Sûse bû. Hevserokê Meclisa navçeya Sûsê Meraşde Esad Dexîl daxuyanî xwend û tê de got şêniyên herêmê hemû cureyên dagirkirinê red dikin. Her wiha bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk û gefên wê yên domdar ên li dijî sivîlan û komkujiyên ku pêk tîne, şermezar kir.

Daxuyaniya civîna şêniyên Hecînê ya îro jî ji aliyê endamê Rêveberiya Meclisa Ciwanan Xenam Ehmed ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku divê li dijî hemû kesên hewl didin ewlehî û îstiqrarê li herêmê tê bibin, têkoşîn û berxwedanê werin mezinkirin.

Di dawiyê de şêniyan di daxuyaniyê de soza şopandina rêya şehîdan û piştgiriya Rêveberiya Xweser û QSD`ê da.

(eh)

ANHA