​​​​​​​Di çalakiyan de bangên derxistina PKK'ê ji "lîsteya terorê"

Bi boneya salvegera damezrandina PKK’ê, bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsa û şêniyên Girê Spî şahiyek li dar xistin. Her wiha Tevgera Ciwanên Şoreşger ên navçeya Tirbespiyê jî bi meşekê bang li Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewropayê kirin ku navê PKK’ê ji "lîsteya terorê" derxe û rêber Ocalan azad bike.

​​​​​​​Di çalakiyan de bangên derxistina PKK'ê ji "lîsteya terorê"
24 mijdar, 2021   14:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsa û koçberên navçeya Girê Spî ya dagirkirî li parka giştî ya navenda navçeya Eyn Îsa kom bûn û  salvegera 43'an a damezrandina PKK'ê pîroz kir.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê Mihemed Mehmûd salvegera damezrandina PKK'ê li gelên herêmê pîroz kir.

Mihemed Mehmûd got: " Felsefeya rêber Ocalan  serkeftin û destkeftiyên mezin bi xwe re anîn, pêşketinên li herêmê çêdibinberhema vê felsefeyê ye. Dewleta Tirk a dijmin digot wê Tevgera Rizgariya Kurdistanê tune bibe, lê bi saya têkoşerên leheng ên ku ji bo azadiya gelê xwe canê xwe dane, derewên faşîzma Tirkiyê eşkere bûn. "

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a herêma Firatê Bêrîvan Îsmaîl jî got, ji bo derxistina dagirkeriya Tirk ji axa Sûriyê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê li ser şopa lehengên Tevgera Rizgariya Kurdistanê têbikoşin.

Di şahiyê de gelek helbest û çalakiyên hunerî ji aliyê komên dibistan û folklorî ve hatin pêşkêşkirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya navçeya Tirbespiyê meşek li darxist, di meşê de banga derxistina PKK’ê ji "lîsteya terorê" hate kirin.

Meş ji ber navenda ciwanan a li rojavayê navçeyê dest pê kir. Di meşê de posterên rêber Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hatin hildan û diruşmeyên şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker û silavkirina berxwedana PKK'ê hatin berzkirin.

Meş li sûka navendî ya navçeyê rawestiya û ji bo şehîdên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Piştre yek ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya navçeya Tirbespiyê Hisên Şêxo destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin têkoşîn û berxwedana PKK'ê ya li dijî rejîmên faşîst.

Şêxo got, gelên herêmê PKK'ê wekî nûnerê xwe dibînin. Her wiha bang li  Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewropayê kir ku navê PKK' ji "lîsteya terorê" derxînin û rêber Abdullah Ocalan azad bikin.

Çalakî bi diruşmeyên silavkirina berxwedana PKK'ê bi dawî bû.

 (dx)

ANHA

<iframe width="670" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/G1lTPLRF13E" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>