​​​​​​​Komîteya Koçberên Serêkaniyê: Em ê teqez vegerin lê divê destpêkê dagirker derkevin

Komîteya Koçberên Serêkaniyê di daxuyaniyeke xwe de got “Em bi israr in ku vegerin warên xwe lê beriya her tiştî divê dagirkerî derkeve.”

​​​​​​​Komîteya Koçberên Serêkaniyê: Em ê teqez vegerin lê divê destpêkê dagirker derkevin
23 mijdar, 2021   13:41
HESEKÊ

Piştî ku serokê qaşo hikumeta demkî ya îtîlafa Sûriyê Ebdurehman Mistefa tevî gelek çeteyên dagirkeriya Tirk roja yekşemê çûn Serêkaniyê û banga vegerê li koçberên kir, Komîteya Koçberên Serêkaniyê daxuyaniyek têkildarî mijarê da.

Di daxuyaniya komîteyê de wiha hate gotin:

“Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka projeya xwe ya mêtinger li Sûriyê ve hewl dide dagirkeriya xwe bi rêya amûrên herêmî yên erzan rewa bike. Ew dixwaze cîhanê bixapîne ku ew desthilata xwe ji pêkhateyên herêmê digire. Lê êdî ev lîstik eşkere bûye.

Piştî binkeftina bangewaziyên berê yên cîgirê îtîlafê Ebdulhekîm Beşar û piştî ku Wezareta Parastinê ya Tirkiyê dîmenên hêzên xwe li Serêkaniyê weşandin, serokê hikumeta demkî ya Îtîlafa Sûriyê Ebdurehman Mistefa tevî gelek kesayetên ku xwe firotine û têkiliyên wan bi Serêkaniya dagirkirî re tune ye, serdana Serêkaniya dagirkirî kirin û bang li şêniyan kir ku vegerin.

Di serdanê de serokê hikumeta demkî ya sîxur, sûcên li gund û bajêr hatine kirin, nekarî înkar bikin. Ev sûc di gelek raporên hiqûqî de hatin piştrastkirin ku tevliheviyeke ewlehiyê li bajarê dagirkirî heye heta ku şênî nikarin di wê rewşê de bijîn. Wezîrê rêveberiyê yê girêdayî hikumeta sîxur Mihemed Seîd Silêman îdia kir ku derdora 20 heta 25 malbatên êzidî vegerîne Serêkaniyê. Ev îdia ne rast e û propaganda ye. Jê armanc dikin ku sûcên heta vê kêliyê tên kirin, binixumînin.

Di 2 salan de gelek sûc li dijî şêniyên Serêkaniyê pêk hatine. Li gorî rêxistinên hiqûqî yên fermî û li gorî çavkaniyên me yên ji herêmê, em daneyên li ber destê xwe bi we re parve dikin.

Herî kêm 386 kes hatine girtin, di nav de 48 jin û 12 zarok hene.

152 kes hatine revandin.

Îşkence li 232 kesan hatiye kirin. 3 kes bi îşkenceyê hatine kuştin.

90 kes ku piraniya wan sivîl in, li Tirkiyê girtî ne.

38 hatine darizandin û heta cezayê muebbed jî li wan hatiye birîn.

Piştî dagirkirinê û ji ber tevliheviya ewlehiyê 135 sivîl hatine kuştin û 300 kes birîndar bûne ku di nav de jin û zarok jî hene.

11 sivîl bê darizandin hatin darvekirin.

Derdora 175 hezar sivîl ji herêmên xwe yên di navbera Serêkaniyê û Girê Spî de hatin koçberkirin.

Zêdetirî 2 hezar malbat li şûna şêniyên resen ên Serêkaniyê hatin bicihkirin.

Derdora 55 kes ji malbatên DAIŞ`ê di malên koçberan de hatin bicihkirin.

Zêdetirî 5 hezar û 500 mal, hezar û 200 dikan hatin desteserkirin. 55 gund ji şêniyên wê yên resen hatin valakirin.

Çeteyan dest danî ser zêdetirî milyonek û 500 hezar donim zevî.

Piştî dagirkirinê kêmtirî ji sedî 13 ji şêniyên resen vegerîn warên xwe.

Hejmara pêkhateyên Ereb ên li bajêr mane, rêjeya ji sedî 10 ji hejmara rastîn derbas nake.

Hejmara Kurdên li Serêkaniyê tenê 45 e.

Tenê 10 xiristiyan li bajêr mane.

Kêmtirî 40 Çeçen li bajêr mane.

Niha êzidî li Serêkaniyê tune ne.

Çerkez jî niha tê de tune ne.

Ev beşek ji sûcên dagirkeran e ku li dijî sivîlên ku dagirkeriyê û projeya wê ya parçebûnê red dikin, tê kirin.

Em dîsa dubare dikin ku em ê vegerin. Lê bi şertê ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê tune bin. Kesên bang li şêniyan dikin ku vegerin, dê hesab jê werin xwestin.

Em bang li hêzên garantor (Rûsya û DYA) dikin ku rê li pêşiya dewleta Tirk a dagirker bigirin, wan ji herêmên dagirkirî derxin ku kirine jêdera terorê û tundrawiyê.”

(şx)

ANHA