Li Başûr xwepêşandanên xwendekaran berfireh dibin

Piştî gelek bajarên Başûrê Kurdistanê, li Hewlêrê jî xwendekarên zanîngehan li dijî nedana xerca mehane dest bi çalakiyan kir.

Li Başûr xwepêşandanên xwendekaran berfireh dibin
23 mijdar, 2021   13:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwendekarên zanîngehan ên Hewlêrê jî li dijî nedana xerca mehane, li ber avahiya Wezareta Xwendina Bilind dest bi xwepêşandanê kir.

Xwendekar di çalakiyê de bi dirûşman daxwaza mafên xwe dikin.

Îro jî li Hewlêr, Soran, Silêmanî, Helebçe, Germiyan û Raperînê xwendekar daketin qadan û daxwaza mafên xwe ji hikumetê dikin.

LI SILÊMANIYÊ ÊRIŞÎ XWENDEKARAN KIRIN

Xwepêşandanê li Silêmaniyê serê sibehê li ber walîtiya bajêr dest pê kiribû û piştre bi hezaran xwendekaran berê xwe dabû Deriyê Sera.

Hêzên ewlehiyê bi bombeyên gazê êrişî meşa xwendekaran kir, gule di ser xwendekaran re reşandin û nehişt xwendekar xwe bigihînin Deriyê Sera.

Ji ber bombeyên gazê gelek xwendekar birîndar bûn.