Zayid Al Niheyan sibê diçe Tirkiyê

Welîahdê Îmaratê şêx Mihemed Bin Zayid Al Niheyan li ser vexwendina serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan sibe (çarşemê) serdana Tirkiyê dike.

Zayid Al Niheyan sibê diçe Tirkiyê
23 mijdar, 2021   13:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêx Mihemed Bin Zayid Al Niheyan di serdana xwe de dê bi Erdogan re têkiliyên dualî, rêbazên xurtkirina hevkariyê ên her du dewletan nîqaş bike.

Ajansa nûçeyan a Îmaratê WAM’ê ragihand ku Zayid Al Niheyan dê bi Erdogan re piraniya doz û geşedanên herêmî û navneteweyî yên ji bo her du dewletan girîng, gotûbêj bike.

Reutersê ku agahiyên xwe spartibûn rayedarên Tirk, eşkere kiribû ku Al Niheyan dê di 24'ê Mijdarê de serdana Tirkiyê bike.

(dm)