Parlamentereke Brîtanyayê jî piştgirî da kampanya derxistina PKK`ê ji lîsteya terorê

Parlamentera Partiya Karkeran a Brîtanyayê Kim Johnson jî piştgirî da kampanyaya Meclisa Medya Dijîtal a Kurdistanê ya ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’.

Parlamentereke Brîtanyayê jî piştgirî da kampanya derxistina PKK`ê ji lîsteya terorê
23 mijdar, 2021   13:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Kim Johnson diyar kir ku ew piştgiriyê dide têkoşîna Kurdan a li dijî girtinên keyfî, îşkence û desteserkirina mafan, destgîrkirina rojnamevan û siyasetmedaran.

Kim Johnson rapora Dadgeha Bilind a Belçîkayê ya ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê jî bi bîr xist û got: “Daxwazê ji hikumeta Brîtanyayê dikim ku rapora Dadgeha Bilind a Belçîkayê ya der barê PKK’ê de binirxîne.”

Johnson diyar kir ku di şerê navxweyî de divê şervanên Kurd rewa bên dîtin û got: “Daxwazê ji hikumeta Brîtanyayê dikim ku hewlên xwe ji bo ji nû ve destpêkirina proseya aştiyê nû bike da ku aştiyeke dadperwer û berdewam li herêmê serwer bibe.”