Li Şehba û Kobanê çalakiyên 25`ê Mijdarê

Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê li Şehba û Kobanê çalakiyên cihêreng li dar ketin.

Li Şehba û Kobanê çalakiyên 25`ê Mijdarê
Li Şehba û Kobanê çalakiyên 25`ê Mijdarê
Li Şehba û Kobanê çalakiyên 25`ê Mijdarê
Li Şehba û Kobanê çalakiyên 25`ê Mijdarê
Li Şehba û Kobanê çalakiyên 25`ê Mijdarê
Li Şehba û Kobanê çalakiyên 25`ê Mijdarê
23 mijdar, 2021   12:57
ŞEHBA

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Efrînê û Şehbayê li navçeya Fafînê çalakiyek li dar xist. Bi dehan endamên partiyên siyasî, rûspiyên eşîran û endamên meclis û komînan tev lê bûn.

Di çalakiyê de şanoyeke kurt der barê zîhniyeta baviksalar de hate pêşandan. Piştre cîgira  serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Efrîn û Şehbayê Meryem Hemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di civakên Rojhilata Navîn de bûyer û sûcên ku hebûna jinan dikin hedef û tenê ji ber ku jin e rastî şîdetê tê, rû didin. Hate diyarkirin ku Partiya Sûriya Pêşerojê dixebite da ku piştgiriya azadiya jinan bike û hewl dide mafên jinan bi dest bixe da ku pêşerojek wekhev ava bikin.

He wiha hate piştrastkirin ku ew li kêleka berxwedana jinan in

KOBANÊ

Di heman çavçoveyê de, bi dirûşma "Têkoşîn bike da ku şîdet û dagirkeriyê têk bibî", Kongreya Star a herêma Firatê bi Koordîneya li gel Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) îro pêşangeheke wêneyên têkoşerên jin ku li cih û dîrokên cuda şehîd bûne, li Qada Jina Azad ya Kobanê vekir.

Pêşangehê seat 10'ê sibehê dest pê kir û dê heta seat 3'yê êvarê bidome. Her wiha tê de wêneyên şehîdên komkujiyê gundê Helincê ku beriya salekê di encama hedefgirtina balafirên keşfê yên dewleta Tirk de şehîd bûne, hatin nîşandan.

Kesayetên siyasî yên li bajarê Kobanê, endamên saziyên sivîl beşdar bûn.

/kr/uploads/files/2021/11/23/125833_-.webp

Hevseroka TEV-DEM a herêma Firatê Hedle Hesen axivî û diyar kir ku di nava rêzeçalakiyên Kongreya Star de ev pêşangeh hat lidarxistin. Hedle Hesen destnîşan kir ku ew dixwazin nameyekê der barê komkuji û tundiya li ser jinan de bighînin cîhanê.

(dm)

ANHA