KONGRA GEL: PKK bû mizgîniya azadiyê

KONGRA GEL bi peyamekê salvegera 43'yan a PKK'ê pîroz kir û destnîşan kir ku piştî damezirandina PKK’ê li Rojhilata Navîn mîlada demokrasiya gelan pêk hatiye.

KONGRA GEL: PKK bû mizgîniya azadiyê
23 mijdar, 2021   12:46

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL bi boneya salvegera 43'yan a damezirandina PKK'ê peyamek weşand. Di peyamê de wiha hate gotin:

"Salvegera 43'yemîn a PKK’ê, di serî de li Rêber Apo, hevalên li çiyê, li zindanan û yên li her deverê li ber xwe didin, gelên Kurdistanê, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiya pêşketî pîroz be. Dîsa bi taybetî li jinên Kurdistanê û yên cîhanê pîroz be. Li hemû gaziyên Şoreşa PKK’ê û malbatên şehîdan pîroz be. Bi wesîleya salvegera 43'emîn em di şexsê şehîdên Metîna, Zap û Avaşîn de hemû şehîdên PKK’ê bi rêzdarî bi bîr tînin û ji bo pêkanîna armancên wan soz didin.

Dîroka PKK’ê, jiyan û têkoşîna Rêber Apo ye. Têkoşîna Rêber Apo û ya PKK’ê ji destpêkê heta roja îro li hemberî dagirkeriyê, li hemberî hêzên emperyalist ên ku Kurdistan perçe kirine û li hemberî Kurdên xayîn (cehş), bi serketî dewam dike. Ji ber vê yekê ye, dewleta dagirker û faşist di vê sala derbasbuyî jî li Îmraliyê tecrîdeke pir giran li ser Rêber Apo meşand. Wek Tevger û gel, der barê rewşa Rêber Apo û sê hevalên din de hîç agahiyek nîne.

PKK bi damezrandina xwe bû mizginiya azadiya gelên Kurdistanê. PKK bû mizginiya azadiya jinan. PKK di têkoşîna xwe ya sala 43'emîn de jî li hemberî hêzên komploger, dewleta Tirk û Kurdên xayîn têkoşîneke bê emsal meşand.

Em dikarin bêjin ku gerîla bi guhertina şêwazê şerê xwe, stratejiya dewleta Tirk ya şerê teknîk pûç kir. Li Metîna, Zap û Avaşîn bi alîkariya PDK’ê ev heft meh e çeteyên artêşa Tirk nikarin li ber gerîla gavekî pêş ve biçin. Berxwedana gerîlla li Garê mezin bû, li Metîna, Zap û Avaşîn gihîşt lutkeya herî jor. Artêşa Tirk ji ber neçariya xwe li hemberî gerîla çekên kimyasal ên qedexekirî kar tîne, lê belê dîsa jî dijmin nikare encam bigre.

Bi pûçkirina konsepta şerê teknîk, di nav pergala faşîst a dewleta Tirk de krîz her diçe kûr dibe. Aborî têk çuye, bi kûrbûna krîza siyasî û civakî jî ev pêvajo ber bi têk çûna rejîma faşist a sed salî ve diçe.

Paradîgmaya Rêber Apo ya ku li ser bingeha azadiya jinê, civaka demokratîk û ekolojîk, di nav gelên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê de belav dibe. Di vê pêvajoyê de bi têkçûna faşîzma dewleta Tirk, di nav gelên Tirkiyê de daxwaziya aştî û çareseriyê pêş dikeve. Rejîma faşîst bi êrişên nû her çiqas dixwaze desthilata xwe dirêj bike jî lê belê têk çûna wî yê zûtir bibe.

Bi têk çûna rejîma faşist a dewleta Tirk û bi çareseriya pirsgirêka Kurd, li Rojhilata Navîn wê mîlada demokrasiya gelan destpê bike. Bi 'Paradigmaya Azadiyê' çareseriyên pirsgirêkên neteweyî û civakî, wê ji bo hemû cîhanê jî bibe mîladeke nû.

Ji ber vê jî têkoşîna PKK’ê ya sala 44'emîn ji bo gelên Kurdistanê û dostên gelê me gelekî girîng e. Bi têkoşîna îsal em ê deriyê Îmraliyê vekin. Bi bilindkirina pêngava dema azadiyê û kampanya dijî lîsteya terorê û teşhîrkirina şerê kîmyasal a dagirkeriya dewleta Tirk, di têkoşîna me ya sala 44'emîn de xabata bingehîn ya hemû qadan e.

Li ser vî esasî em cejna partiya xwe car din pîroz dikin û di têkoşîna sala 44'emîn de ji bo gel û dostên xwe serkeftinê dixwazin."