Daketina nirxê lîreyê Tirk berdewam dike

Nirxê lîreyê Tirk li beramberî pereyên biyanî îro gelekî daket. Demeke dirêj e ji ber rewşa xirab a aborî ya li Tirkiyê nirxê lîreyê Tirk bi domdarî dadikeve.

Daketina nirxê lîreyê Tirk berdewam dike
23 mijdar, 2021   12:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Nirxê lîreyê Tirk îro bi rêjeya ji sedî 2.1 li beramberî dolarê Amerîkayê daket.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan piştî civîna meclisa wezîran a li Enqereyê gotibû: “Li pêşiya me du vebijêrk hebûn; yan em dev ji projeyan, hilberîn, mezinbûn û kar berdin an jî em bi zehmetiyeke dîrokî re rû bi rû bimînin ku projeyên xwe pêk bînin.”

Piştî axaftina Erdogan dolar û euro li hemberî lîreyê Tirk rakorên nû şikandin.

(şx)