Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina 'bi lez' serlêdan kir

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin 'bi lez' rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bibînin serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina 'bi lez' serlêdan kir
23 mijdar, 2021   12:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin rêber Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş 'bi lez' bibînin, serlêdana hevdîtinê kirin.

Serlêdan li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê hate kirin. Parêzeran diyar kirin ku 8 meh in ew nikarin agahiyê ji Ocalan û 3 muwekîlên xwe yên din werbigirin, ji ber ku li ser rewşa jiyan û tenduristiya wan, şert û mercên girtinê, rewşa hiqûqî û tedbîrên din ên mîna pandemiyê qet agahdar nînin, ew bi fikar in.

Parêzeran ji dadgehê xwestin ku dawî li vê rewşa 'bêagahîmayinê' bîne û bike ku karibin muwekîlên xwe bibînin.

Rêber Abdullah Ocalan ji sala 1999'an û vir ve li Îmraliyê tecrîdkirî ye. Serlêdanên parêzeran jî bi rengekî kêfî û bi rêk û pêk têne redkirin.