Şehîd Samir El-Elî li Tirbespiyê hate oxirkirin

Şêniyên navçeya Tirbespiyê cenazeyê şehîd Samir El-Elî bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dilşêr oxir kir.

Şehîd Samir El-Elî li Tirbespiyê hate oxirkirin
Şehîd Samir El-Elî li Tirbespiyê hate oxirkirin
Şehîd Samir El-Elî li Tirbespiyê hate oxirkirin
Şehîd Samir El-Elî li Tirbespiyê hate oxirkirin
Şehîd Samir El-Elî li Tirbespiyê hate oxirkirin
Şehîd Samir El-Elî li Tirbespiyê hate oxirkirin
Şehîd Samir El-Elî li Tirbespiyê hate oxirkirin
Şehîd Samir El-Elî li Tirbespiyê hate oxirkirin
23 mijdar, 2021   11:21
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbêsiyê beşdarî merasîma oxirkirina şehîdê Erka Xweparastinê Samir El-Elî bûn.

Li goristanê, merasîmê bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Ehmed El-Ebawî axivî û diyar kir ku ji bo ku planên dagirkeriya Tirk ên li dijî Rêveberiya Xweser têk bibin, ew amade ne ku zêdetir şehîdan bidin.

Bi navê Hêzên Erka Xweparastinê fermandar Ebdulhemîd El-Sayir destnîşan kir Hêzên Xweparastinê yên ku ji zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriye pêk hatine, ji bo parastina axa Sûriye û bersivdayîna êrişan, ava bûye.

Bi navê malbata şehîd Samir apê wî Omer El-Elî jî da zanîn ku ji bo ku destkeftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin, dikarin hemû tiştên giranbuha feda bikin.

Piştî axaftinan, wesîqeta şehadetê hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin. Di dawiya merasîmê de hevreyên wî cezayê şehîd Samir El-Elî spart axê.

(dm)

ANHA