​​​​​​​Asayîşa Hewlêrê malbateke din a ji Bakur dersînor kir

Asayîşa Hewlêrê malbateke ji bajarê Colemêrg ê Bakurê Kurdistanê li gel 2 zarokên wan dersînor kir. Malbat niha li dergeha Dergelê ya di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de maye û NY jî bersivê nade.

​​​​​​​Asayîşa Hewlêrê malbateke din a ji Bakur dersînor kir
23 mijdar, 2021   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN 

Welatiyê bi navê Hasan Kaçar li gel hevjîn û 2 zarokên xwe bi darê zorê li erebeyekê siwar kirin û derxistin derveyî seytereya Dergelê ya dikeve ser sînorê Silêmaniyê. 

Li gorî agahiyên ku malbata Kaçar dane Rojnewsê, ji sala 2015’an ve koçê Hewlêrê kirine û li wir dijîn. Hasan Kaçar diyar kir ew ji ber doza siyasî ya Kurd 12 sal di girtîgeha dewleta Tirk de maye û paşê ji ber nexweşiya xwe ya kronîk a giran li ser israra rêber Abdullah Ocalan, ew û çend girtiyên din ên nexweş di sala 2014’an de ji girtîgehê derketine û paşê jî berê xwe daye Başûrê Kurdistanê.

SÎXURÎ LÊ FERZ KIRIN

Kaçar da zanîn ji ber ew tev li kar û barên otopsiyê yê welatiyê ji wargeha penaberan ya Mexmûrê Metîn Adugît bûye ku di zindana PDK’ê ya Hewlêrê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê Parastin û Asayîşa Hewlêrê ve timî rastî zextan û gefa dersînorkirinê hatiye. Kaçar diyar kir ku her wiha li Hewlêrê timî sîxurî lê hatiye ferzkirin.

Kaçar diyar kir Parastin û Asayîş ji ber heman sedemê jê xwestibûn ku meha Adarê Hewlêrê terk bike, lê wî qebûl nekiriye û got: “Îro ji me re gotin werin daîreya îqameyê, pirsgirêkek heye. Em dema çûn ji me re gotin li ser biryara Wezareta Navxweyî malbat tê dersînorkirin.”

Kaçar diyar kir bereriya 2 mehan hevjîna wî îqame nû kiriye û 550 dolar ji wan xwestine, lê dema malbat hatiye dersînorkirin, dest danîne ser îqameya wê jî.

Malbata Kaçar ragihand ku ew dixwazin xwe bigihînin nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Hewlêrê, lê bersiva telefona wan nayê dayîn û got: “Tevî sermaya zêde jî em li ber deriyê seytereya Dêgelê rawestiyane û li benda çareseriyê ne.”

Hasan Kaçar diyar kir hem nexweşiya wî ya kronîk heye hem jî zarokên wî nexweş in û niha li derve mane.

GEFA DERSÎNORKIRINÊ LI WELATIYEKÎ DIN JÎ XWARIN

Her wiha welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê Gungor Alp yê ji bajarê Qers ê Bakurê Kurdistanê jî tevî ji 2013’an ve ji ber sedemên siyasî û zextên dewleta Tirk hatiye Hewlêrê, gefa dersînorkirinê lê hatiye xwarin.

Li gorî Alp ragihandiye karta wî ya NY’yê heye û heya niha îqame jê re nehatiye dayîn. Asayîşê jê re gotiye eger heya pêncşemê îqameyê negire, ew jî dê ji Hewlêrê were derxistin.

Beriya mehekê malbata Alp li Hewlêrê li gel endamên Nûnertiya HDP’ê hatibû destgîrkirin.