​​​​​​​Hêzên hikumetê gundewarê başûrê Idlibê tobparan kir

Hêzên hikumeta Şamê çiyayê Zawiyê yê gundewarê başûrê Idlibê ku nuqteyeke dagirkeriya Tirk lê heye, topbaran kir.

​​​​​​​Hêzên hikumetê gundewarê başûrê Idlibê tobparan kir
23 mijdar, 2021   11:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), hêzên hikumeta Şamê “girê pêxember Eyûb” ê li çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê ku li bilindahiya gir nuqteyeke girêdayî dewleta Tirk a dagirker heye, topbaran kir.

Hemwextî wê yekê, hêzên hikumetê gundên Bêlûn û Merata yên çiyayê Zawiyê topbaran kirin. Agahiyên têkildarî windahiyên canî nehatin bidestxistin.

(cx)