Balafirên Rûsyayê nuqteyên DAIŞ’ê bombebaran kirin

Balafirên şer ên Rûsyayê di 24 saetên dawîn de 60 caran nuqteyên çeteyên DAIŞ`ê yên li çolistana Sûriyê bombebaran kirin.

Balafirên Rûsyayê nuqteyên DAIŞ’ê bombebaran kirin
23 mijdar, 2021   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên Rûsyayê ji vê sibê ve nuqteyên çeteyên DAIŞ`ê yên li çolistana Sûriyê bombebaran kirin.

Her wiha balafiran bi 20 êrişan nuqteyên çeteyên DAIŞ`ê ya li çolistana Resafe ya Reqayê û heta çolistana Dêrazorê kirin hedef.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di 24 saetên dawîn de balafirên Rûsyayê 60 êriş li dijî nuqteyên çeteyan pêk anîn. Her wiha piştrast kir ku ji Mijdarê ve hejmara êrişên balafirên Rûsyayê yên li dijî nuqteyên DAIŞ`ê gihaşt 510’an.

Ruxmî hewldanên Rûsyayê û hêzên hikumeta Şamê li çolistana Sûriyê, lê heta niha her duyan bermahiyên DAIŞ`ê tune nekirine ku dem bi dem êrişî hêzên hikumeta Şamê dikin û derbeyên giran li wan didin.

(şx)