El-Ebid: Bangên me yên diyalogê bi Şamê re nîşaneya nîştimanparêziya me ye

Hemdan El-Ebid têkildarî bangawaziyên Rêveberiya Xweser a destpêkirina diyalogê bi hikumeta Şamê re got, “Hin kes vê yekê wekî ku Rêveberiya Xweser lawaz e û bi pey hikumeta Şamê dikeve, dinirxînin. Em ne ji ber lawazî yan tirsê vê bangawaziyê dikin, lê belê ji bo parastina gelê me û yekitiya xaka me.”

El-Ebid: Bangên me yên diyalogê bi Şamê re nîşaneya nîştimanparêziya me ye
23 mijdar, 2021   08:08
REQA-XALID CUMA

Zêdetirî deh salan di ser aloziya Sûriyê re derbas bûn û dewletên ku bi îdiaya alîkariya gelê Sûriyê û çareserkirina aloziya Sûriyê cîhan xapandin, zêde bûn. Lê di rastiyê de ew li gorî berjewendiyên xwe tev digeriyan û temenê aloziya Sûriyê dirêj dikir. Hikumeta Şamê îdia dike ku ew parastina yekitiya Sûriyê dike, lê belê li hemberî dagirkerî, koçberkirin û guhertina demografiyê ya li Sûriyê neketiye liv û tevgerê.

Piştî ku herêmên Rêveberiya Xweser ji DAIŞ`ê hatin rizgarkirin, bi armanca çareserkirina aloziya Sûriyê û pêkanîna ewlehiyê li Sûriyê destê diyalogê dirêj bi hikumeta Şamê kir, lê belê hikumeta Şamê ev bang red kir û di demên dawî de êdî daxwaza Rêveberiya Xweser a pêkanîna diyalogê wekî lawaziya rêveberiyê dinirxîne.

Têkildarî mijarê, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid re ji ajansa me re axivî.

Hemdan El-Ebid got:“Her tim ji girîngtirîn qanûnên dewletan ew e ku divê dewlet parastina gel û sînorên xwe bike, lê li Sûriyê berovajî vê yekê derdikeve pêş. Hikumeta Şamê ne gel û ne jî sînorên xwe parast, berovajî wê rê li pêşiya dewletên derve vekir ku dest li karûbarên Sûriyê werdin û hikumeta Şamê parastina gelê Sûriyê jî nekir.”

El-Ebid destnîşan kir ku piştî hikumeta Şamê berpirsiyariyên xwe li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk neanîn, dewleta Tirk a dagirker komên îslamî yên tundraw ava kirin û wiha dewam kir:"Armanc ew bû ku xizmeta berjewendiyên wê bikin."

Hemdan El-Ebid wiha domand: "Hikumeta Şamê li hemberî van komên terorîst dengê xwe nekir, lê belê gel erka parastina welat û mirovahiya xwe girt ser milên xwe, piştî ku DAIŞ`ê têk bir, îstiqrar li herêmê pêk hat. Lê ev îstiqrara piştî têkbirina terorê li xweşiya dewleta Tirk nehat."

Hemdan El-Ebid diyar kir ku Hikumeta Şamê erka xwe bi cih neanî û xema wê tenê parastina desthilata xwe bû û wiha dewam kir: “Rêveberiya Xweser piştî ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin rizgarkirin, 3 xetên sereke esas girtin ku ew jî; na ji parçekirina Sûriyê re, na ji şerê sûrî-sûrî re, na ji teror û destwerdanên derve re."

El-Ebid wiha lê zêde kir: “Hikumeta Şamê bi rêya dezgehên xwe yên çapemeniyê ji bo me dibêje komên cihêxwaziyê û terorîst. Lê belê me li dijî artêşa Sûriyê şer nekir, me li dijî sûriyan jî şer nekir, lê me şerê terora li Sûriyê û yê ji aliyê ajandeyên derve ve wekî Tirkiye û wan kesên ku navên şoreşgeran lê xwe kiribûn û di destên Tirkiyê de bûn çete da planên wê yên dagirkerane li Rojhilata Navîn pêk bînin, kir.

El-Ebid da zanîn ku Tirkiye bi erêkirina hikumeta Şamê û Rûsya, Efrîn dagir kir wê demê ka yekitiya Sûriyê ya ku hikumeta Şamê banga wê dike?.

Hemdan El-Ebid got:" Em her tim li ser xaka Sûriyê û dûrî destwerdanên ajandeyên derve banga diyalogên sûrî-sûrî dikin, ev jî nîşaneya nîştimanparêzî û hevgirtina me ya li ser parastina yekitiya Sûriyê ye."

Hemdan El-Ebid bal kişand ser nêrîna hin kesan a ji Rêveberiya Xweser re û ev nirxand kir: "Hin kes dibînin ku Rêveberiya Xweser lawaz e û ji bo çareseriyê tawîzan dide hikumeta Şamê, lê em neditirsin û ne jî lawaz in. Em parastina gel, xak, yekitî dikin û banga derxistina hemû dagikeran ji Sûriyê dikin. Her wiha dixwazin ev diyaloga sûrî-sûrî li devereke li Sûriyê were lidarxistin, çi li Şamê be yan jî li Qamişloyê be da ku dûrî destwerdanên ajandeyên derve be, ev jî ne lawazî ye, lê parastina berjewendiyên gelê sûrî bi giştî ye."

Hemdan El-Ebid got, berjewendiyên dewletan hene û hemû jî li ser hesabên gelê sûrî ne, projeya Osmanî ya nû ku hewldana dagirkirina Rojhilata Navîn, nexasim Sûriyê dike hikumeta Şamê li hemberî wê bê deng e.

El-Ebid eşkere kir ku wan ji DYA`yê û Rûsyayê re nexşereyek ku ji deh bendên ku tevahiya sûrî razî dike, pêşkêş kiriye, da Sûriyê li gorî destûra sûrî pirr rengî û nenavendî be û parastina hemû mafên Sûriyê bike, li aliyekî din jî ne kêmnetewe û ne jî pirrnetewe wê bi rê ve bibin, lê biryara gel û yekitiya niştimanî wê bi rê ve bibe.

El-Ebid ev li axaftina xwe zêde kir: "Em dixwazin birîna sûrî were girtin û Sûriyê ji nû ve were avakirin. Ji ber ku nakokiyên di navbera me de dibin sedema karesetên li dijî gelê sûrî bi giştî û divê tevlêbûna me ji welat re be, ne ji kesan re be, ji ber ku kes diçin, lê welat dimîne. Lê wan kesan gelê Sûriyê ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîn û bûn sedem ku temenê aloziya Sûriyê dirêj bibe."

Hemdan El-Ebid di dawiyê de got: "Ger QSD`ê, DAIŞ`ê li herêmê têk nebiriba dê heta niha deriyê Tirkiyê ji terora DAIŞ`ê re vekirîba û dê Sûriyê jî niha hilweşiyaba û komên terorîst û çeteyên DAIŞ`yê yên ku Tirkiyê piştgiriya wan dike, ew dagir kiriba."

(eh)

ANHA