Bi sûcên "kuştina jinan" dixwazin Şoreşa Jinê asteng bikin

Endama Boruya Têkiliyan a Kongreya Star Zeyneb Mihemed teqezî li ser girîngiya bilindkirina têkoşînê li hemberî şoreşa dijber ku dixwaza pêşketina jinan a ji bo bidestxistina mafên  xwe asteng bike, kir.

Bi sûcên "kuştina jinan" dixwazin Şoreşa Jinê asteng bikin
23 mijdar, 2021   08:13
QAMIŞLO – SILAVA ABDUREHMAN

Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê asoyên nû ber bi azadî û demokrasiyê ve li pêşiya gel û pêkhateyên herêmê vekir, da ku li Sûriyê û tevahî Rojhilata Navîn bibin nimûne. Tişta ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê cuda dike, rola pêşeng a jinan e ku di qadên siyasî, leşkerî, dîplomatîk û rêveberî de bi roleke pêşeng rabû û bi wê yekê çanda hevkariyê mayînde kir.

Ruxmî destkeftiyên jinan di salên şoreşê de bi dest xistine jî, lê şoreşa dijber bi rêya hin têgînên xwe yên rasterast û ne rasterast hewl dide pêşketina jinan a ji bo bidestxistina mafên xwe, asteng bike. Hê jî zihniyeta ferparêz a li ser mêran serwere dibe ku sedem ku tundiyê li jinê bike û di bin navên cuda de wê bikuje.

 ‘ŞERÊ TAYBET Û QANÛNÊN KU RÊXISTINBÛNA JINAN SÎNORDAR DIKE‘

Têkildarî mijarê, endama Buroya Têkiliyan û Peymanên Demokratîk ya Kongreya Star Zeyneb Mihemed di hevpeyvîneke bi ANHA`yê re bal kişand ser sedemên zêdebûa kuştina jinan û tundiya li ser jinan. Zeyneb Mihemed got: "Gefên dewleta Tirk a dagirker bi erêkirin û hevkariya dewletên mezin li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin. Ne tenê wiha, lê belê dewleta Tirk berê xwe daye şerê taybet û di wê çarçoveyê de rewşa derûnî ya gel bi kar tîne. Bi taybet jî ciwan û jin di ber çavên xwe re kirine û hewl dide mêjiyên wan konrtol bike. Ew ji bo pêkanîna armancên xwe deshilata mêr bikar tîne, bi wê yekê dixwaze bigihêje armanca xwe.”

Zeyneb Mihemed her wiha behsa bandora aborî û tenduristiyê li ser civakê û encamên wê, bandora wê ya neyînî li ser jinê kir û bal kişand ser qanûna Qeyser ku di 16`ê Hezîrana 2020`an de ji aliyê DYA`yê ve li ser Sûriyê hate ferzkirin û bandor li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî kir, her wiha bandoreke neyînî li rewşa malbatan kir. Di heman demê de pandemiya Koronayê zêde belav bû û bandor li tevahî cîhanê kir, ji ber wê yekê gelek pirsgirêkên civakî derketin holê.

Zeyneb wiha domand: "Tevî aloziyên li herêmê jî lê jinan serkeftina xwe îsbat kir. Îradeya gelan ya li ser bingeha projeya demokratîk û sîstema li ser azadiya jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye avakirin, serkeftina xwe li hember planên li dijî herêmê têne kirin, îsabt kir, yên ku bi siyasetên şerê taybet dixwazin civakê wekî hebûn qir bikin û wê ji cewherê wê derxin.”

Zeyneb Mihemed di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Ev siyaset hemwextî têkoşîna jinan û berxwedana wê ya ji bo xilasbûna ji zihniyeta baviksalariyê, tên kirin. Jinan çalakiyên xwe ji bo belavbkirina wekheviya di navbera jin û mêr de zêde kirin, ev jî bi rêya vekirina gelek dewreyên perwerdeyê ji mêran re pêk hat ku ji bo derbaskirina zihniyeta desthilatdar gaveke erênî bû.”

Zeyneb Mihemed diyar kir ku dijminê gelên azad nexasim dewleta Tirk a dagirker nas kir ku ew nikare gelên ku li hember siyaseta wan li ber xwe didin, têk bibe, ji ber wê şerê taybet wekî alternatîfa hêza leşkerkî bi kar anî.

Kongreya Star rêxistineke jinan li Rojava û Başûrê Kurdistanê ye. Di sala 2005`an de bi navê “Yekitiya Star” hate damezirandin û di sala 2016`an de navê xwe guherand “Kongreya Star”. Her wiha li Ewropa bi navê “Kongreya Star a Ewropayê” çalak e. Armanca vê rêxistinên ew e ku îmaja asayî ya jinan biguherîne, civakeke saxlem ava bike û di hemû aliyên jiyanî û pratîkî de bi pêş bixe.

SIYASETÊN KEVN

Zeyneb Mihemed di axaftina xwe de destnîşan kir ku tevî xebatên tevger û rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, lê hîna jî bûyerên kuştina jinan zêde ne û wiha pê de çû: "Bi vê yekê re mirov dikare bêje ku hê jî zihniyeta desthilatdar a baviksalar û urf û adetên kevn di nava civakê de serwer e. Ew jî siyaseteke ku hikûmeta Şamê dimeşîne da ku têgîna mêrdestiyê belav bike ku her tişt ji mêr re mafe lê ne ji mafê jinan e.”

Civakê ji hesabnexwestina ji sûcdarên ku sûcan li dijî jinan pêk tînin rewabûnek wergirt û navê “namûsê” li van sûcan kir. Zeyneb wiha axaftina xwe dewam kir: “Heger wekî îdia dikin namûs (şeref) di laşê jinê de ye, namûsa wan li ku derê bû dema çeteyên DAIŞ`ê û dewleta Tirk li pêşiya çavên bav û birayên wan jin tecawiz dikir, gelo dikarîn yek gotinê bêjin yan jî jinan ji wan kiryarên hovane biparêzin?”

Zeyneb teqez kir ku namûs ne di laşê jinan de ye wekî ku kesên xwe dispêrin zihniyeta mêrdestiyê îdia dikin, lê belê namûs di parastina welat û destkeftiyan li hember êrişên dijmin e.

Zeyneb Mihemed da zanîn ku kuştin û binpêkirinên li dijî jinan têne kirin dikevin xizmeta siyasetên kapîtalîst ku hin aliyan ji bo rewakirina nêrînên xwe bi kar tînin û dixwazin vê mesajê bidin 'her çiqas hûn hewl bidin jinan rizgar bikin, em ê îrade û têkoşîna wê bişkînin' û diyar kir ku aliyên dijber armanc dikin têkoşîna jinan û destkeftiyên ku bi dest xistine têk bibe û Şoreşa Rojava ku bi şoreşa jinê tê naskirin, vemirînin.

JIN BI ÎSRARA XWE DIKARIN HEMÛ QEYDAN BIŞIKÎNIN

Têkildarî têkoşîna li dijî zihniyeta mêrdestiyê, Zeyneb ev tişt got: "Em bawer in ku berxwedana jinan û îsrara wan ya parastina mafên xwe yên rewa, têrê dike ku qeydên ji aliyê mêr ve hatine dayîn bişikînin û têkiliyên li ser esasê edaleta civakî ku em hewl didin pêk bînin, ava bikin.”

"Şerê li dijî zihniyetê ne hêsan e" bi vê gotinê Zeyneb Mihemed axaftina xwe domand û bal kişand ser zehmetiyên ku di nava Şoreşa Rojava de rastî wan hatin kir û wiha axivî: "Xebatê me ne tênê şerê li dijî dijmin û gefên derve ye lê belê ji jinan tê xwestin ku şerê zihniyeta paşverû bike ku ji beriya sedan salan ve xwe li ser civakê ferz kir."

Zeyneb piştrast kir ku Kongreya Star dixebite da ku jinan ji rewşa wan a heyî rizgar bike û ew jî bi rêya pêşxistina bingeha erka xweparastinê ya jinan, birêxistinkirina hemleyên hişyariyê û vekirina dewreyên bîrdozî û fikrî ye.

Zeyneb Mihemed wiha dawî li axaftina xwe anî: "Berpirsiyariya têkoşîna li dijî diyardeya tundiyê erka me hemûyan e. Divê em şermezar bikin û li hemberî kiryarên tundiyê û yên zirarê didin jinan dengê xwe bilind bikin.” Zeyneb her wiha bang li hemû jinan kir ku di oxira pêkanîna doza jinan ku doza azadî û demokrasiyê ye, tev li têkoşînê bibin.

 (bx)

ANHA