Ji Mîhrîcana ''Arîn Bisk û Zulfên Aşîtiyê ye'' şanoya Çinîna Dojehê hat pêşandan

komên şanoyê  di pêşkêşkirina şanoyên xwe de di Mîhrîcana Arîn Bisk û Zulfên Aşîtiyê ye de berdewam dikin, bi wê re endamên Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê şanoyek bi sernavê Çîna Dojehê pêşan da.

Ji Mîhrîcana ''Arîn Bisk û Zulfên Aşîtiyê ye'' şanoya Çinîna Dojehê hat pêşandan
22 mijdar, 2021   18:01
KOBANÊ

Piştî şanoya "Memê Ewan" ku endamên Navenda Çand û Hunerê ya Kobanê di roja yekemîn a mîhrîcanê de pêşkêş kiriye û endamên Navenda Çand û Hunerê ya Reqa şanoya "Girtîgeha Bavê min" di roja duyemîn de pêşkêş kir, şanoya "Çîna Dojehê" hat pêşandan.

Navaroka şanoya "Çinîna Dojehê" wiha ye; hevjîna nobetdarê goristanê serdana gora wî dike, da ku azarên piştî tunebûna wî jê re vebêje, piştre gelek mirî ji gorê derdikevin ku azarên wê parve bikin. Her wiha hevjîna nobetdar li ser azara ku bi şêniyên welat bûye diaxive.

/ar/uploads/files/2021/11/22/152011_fy-ywmh-althalth-msrhyh-hsad-aljhym-tbhj-alhdhwr-bmhrjan-aaryn-jdael-alslam-28229.webp

Ev şano mînaka li ser bûyerên li Sûriyê piştî salên şer bûne û şiyarbûna miriyan ji gorê û lêpirsîna rewşa kesên dijîn nîşan dide.

Hola dikeya Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê bi gorên ku jê mirî şiyar bûne hat xemilandin. Bi wê re mirî li hember bêhna çekê disekinin û rih diaxivin û bi wê hîma jiyanê dişikînin.

Her wiha çalakiyên mîhrîcanê heta 27’ê vê mehê bi pêşkêşkirina şanoyan ji hêla komên hunerî ve berdewam dikin. Dê sibe şanoya Çîna Tasa Serî ji hêla endamên Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê ve were pêşkêşkirin.

Arîn Mîrkan "Dîlara Kînc" 1992`an li kantona Efrînê ji dayik bûye û 2007`an tev li nava refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bûye. Arîn Mîrkan 5`ê Cotmeha 2014`an li ser girê Miştenûrê yê li bajarê Kobanê li hemberî komên çeteyan çalakiyeke fedayî pêk anî. Mîhrîcan bi navê Arîn Mîrkan e.

ANHA