Partiya Sûriya Pêşerojê li Tebqayê panelek li ser xeteriyên hişbirê li dar xist

Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê li bajarokê Mensora panelek bi diruşma "Hişbir û bandorên wê li ser ciwanan" li dar xist.

Partiya Sûriya Pêşerojê li Tebqayê panelek li ser xeteriyên hişbirê li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê li Tebqayê panelek li ser xeteriyên hişbirê li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê li Tebqayê panelek li ser xeteriyên hişbirê li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê li Tebqayê panelek li ser xeteriyên hişbirê li dar xist
22 mijdar, 2021   15:05
TEBQA

Bi beşdariya gelek keç û xortên bajarokê Mensora panelek li hola civînan hat lidarxistin.

/ar/uploads/files/2021/11/22/142216_abd-allh-almbrwk.webp

Panel bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre bijîşk Ebdullah El-Mebrok beşên panelê şîrove kirin, her wiha behsa cureyên hişbir û xeteriya wê li ser tevahî civakê, bi taybet li ser ciwanan kir.

El-Mebrok di axaftina xwe de behsa rewşa kesên hişbirê dibin û xeteriya wê li dijî wan kir, her wiha da zanîn ku kesên hişbirê dibin rûbirûyî guhartinên derûnî û bedenî kirin.

Ebdullah El-Mebrok îşaret bi diyardeya belavbûna hişbirê û xeteriyên wê li ser civakê kir û da zanîn ku divê têkoşîna li dijî hişbirê were kirin û sînordarkirin û civaka li ser xeteriyên wê were zanakirin.

Ebdullah El-Mebrok bal kişand ser rola ragihandinê ya têkoşîna li dijî xeteriya hişbirê û divê ew yek bi rêya bernameyên zanakirinê û destpêkirina hemleyan li ser tevnên civakî pêk werin.

Dûvre deriyê nîqaşê ji beşdaran re têkildarî nêrîna wan di çawaniya sînordarkirina berbelavkirina hişbirê û çareseriyên ku divê civak ji bo têkbirina vê diyardeyê bikin de, hat vekirin.

ANHA