​​​​​​​Meclisa Jina Azad sûcê tecawizê yê li Kefer Naya pêk hatiye, şermezar kir

Meclisa Jina Azad sûcê ku li dijî zarokekê li bajarokê Kefer Naya yê kantona Şehbayê pêk hatiye, şermezar kir û bang li aliyên têkildar kir ku sûcdaran bigirin û wan bidarizînin.

​​​​​​​Meclisa Jina Azad sûcê tecawizê yê li Kefer Naya pêk hatiye, şermezar kir
22 mijdar, 2021   13:57
ŞEHBA

Li kantona Şehbayê di 13`ê Mijdarê de kesekî nenas zarokek revand, tecawiz lê kir û piştre li ser rêyekê hişt.

Têkildarî mijarê Meclisa Jina Azad daxuyanî da û ev sûcê hovane şermezar kir. Her wiha bang li aliyên têkildar kir ku bi lez sûcdar bigirin da ku were darizandin.

Endama Komîteya Edaletê ya Meclisa Jina Azad a Şehbayê Semîra Ismet daxuyanî xwend û piştrast kir ku tundiya li dijî jinan û zarokan zêde bûye û ev yek li pêşiya pêkanîna wekheviyê û aştiyê dibe asteng.

Semîra destnîşan kir ku bi rasthatina 20`ê Mijdarê Roja Zarokan a Cîhanê re û 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, kesekî nenas zarokeke 3 salî revandiye, tecawiz lê kiriye û piştre li cihekî hiştiye.

Semîra Ismet daxuyand ku ev berhemeke civaka baviksalar e û bang li aliyên têkildar kir ku sûcdar bigirin û li gorî qanûnan wî bidarizînin.

Her wiha Semîra Ismet bang li şêniyên kantona Şehbayê kir ku li hemberî hemû cureyên tundiyê yên li dijî jinan û zarokan bisekinin.

(şx) 

ANHA