Çalakiyên 25’ê Mijdarê bi panelên zanakirina mêr û jinan berdewam dikin

Li gorî xebata ku tevgerên jinan di 20’ê vê mehê de amade kiriye, çalakiyên Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin. Her wiha bang li tevahî jinan hat kirin ku li hember tevahî şêweyên bindestî û koletiyê bisekinin.

Çalakiyên 25’ê Mijdarê bi panelên zanakirina mêr û jinan berdewam dikin
Çalakiyên 25’ê Mijdarê bi panelên zanakirina mêr û jinan berdewam dikin
Çalakiyên 25’ê Mijdarê bi panelên zanakirina mêr û jinan berdewam dikin
Çalakiyên 25’ê Mijdarê bi panelên zanakirina mêr û jinan berdewam dikin
Çalakiyên 25’ê Mijdarê bi panelên zanakirina mêr û jinan berdewam dikin
Çalakiyên 25’ê Mijdarê bi panelên zanakirina mêr û jinan berdewam dikin
Çalakiyên 25’ê Mijdarê bi panelên zanakirina mêr û jinan berdewam dikin
Çalakiyên 25’ê Mijdarê bi panelên zanakirina mêr û jinan berdewam dikin
Çalakiyên 25’ê Mijdarê bi panelên zanakirina mêr û jinan berdewam dikin
Çalakiyên 25’ê Mijdarê bi panelên zanakirina mêr û jinan berdewam dikin
22 mijdar, 2021   16:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji rêzeçalakiyên tevgera jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kirine, Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan panelek li dar xist.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0pNruU9bIOk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi dehan endamên Yekitiya Êzidiyên Kantona Efrîn, Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava, endamên sazî , meclisên sivîl, nûnerên ji partiyên siyasî li hola Mîtan a li navçeya Ehdasê ya Şehbayê kom bûn.

Li hola Mîtanê wêneyên jinên êzidî yên di sûcên çeteyên DAIŞ’ê re derbas bûne yên ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve li herêmên dagirkirî rastî sûcên hovane hatine, daliqandin.

Panel bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre dîwanek ji 3 endamên rêveber pêk hat; endama rêveber a Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava Sûad Hiso, hevseroka Yekitiya Êzidiyên kantona Efrînê Ayşe Seydo û endama yekitiyê Ohîn Elo.

SÛCÊN DAGIRKERIYA TIRK ÊN LI DIJÎ JINÊN ÊZIDÎ

Li ser sûcên dagirkeriya Tirk ên li ser Şengalê Sûad Hiso axivî û wiha got: "Çeteyên dagirkeriya Tirk bi fermanên yekser ji dewleta Tirk de sûcên hovane ji revandin û tecawîzkirinê li dijî jinên êzidî kirin û ev yek li pêşberî civata navneteweyî pêk hat."

Sûad Hiso behsa sûcên li dijî êzidiyan û jinên êzidî li Efrînê di dema êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Efrînê û heta roja îro de eşkere kirin.

Sûad Hiso da zanîn ku di encama bombebaranên dagirkeriya Tirk de 15 jinên êzidî şehîd bûn û komkujî li dijî malbatên êzidî çêbûn. Her wiha dagirkeriya Tirk bi avakirina mizgeft, ferzkirina cilên îslamê û talakirina mal û milkên wan demografiya gundên êzidî yên li Efrîna dagirkirî hatin guhartin.

Têkildarî vê yekê, rêxistinên civaka sivîl a herêma Efrînê bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan daxuyaniyek da û tê de sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinên li Efrînê dagirkirî hatin şermezarkirin.

Bi dehan endamên rêxistinên civaka sivîl ên herêma Efrînê, yekitiya mamosteyan, meclis û komîn li qada kampa Serdemê ya li Şehbayê kom bûn û pankartên "Jin bingeha jiyana azad e" Tundiya li dijî jinan tundiya li dijî civakê ye", "Na ji tundiya li dijî jinan re" û"Tundiya li dijî jinan rawestînin" berz kirin.

Hevseroka Yekitiya Parêzeran a herêma Efrînê Narîman Hisên ve bi zimanê erebî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan ku NY’yê di 25.11.1999’an de weke roja hevgirtina bi jinan re diyar kir, da ku jin mafên xwe yên azadî û rûmetê bi dest bixin. Ev biryar piştî gelek rêxistinên jinan ên cîhanê însiyatîfên ji bo sekinandina tundiya li dijî jinan dest pê kirin hat dayîn.

Lê jina Kurd digel Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê (19’ê Tîrmeha 2012’yan) şoreş bi rê ve bir û xwe di tevahî aliyan de bi rêxistin kir. Lê ev yek li kêrî rejîm û dewletên neteweyî û kapîtalîzmê nehatin, bi taybet dewleta Tirk a dagirker ku gelek herêmên Sûriyê ji Efrîn, Cerablus, Serêkanyê û Girê Spî dagir kirine, çalakger û siyasetmedaran hedef digere û di girtîgehan de bi îşkenceyê qetil dike.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî jinan sûcên hovane pêk tînin, dê şehîdbûna Barîn Kobanê û Hefrîn Xelef daxmayeke şermê li eniya dewleta Tirk û dewletên destekê didin wê bimîne."

HESEKÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Yj433YehHLg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Di çarçoveya çalakiyên Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan Kongreya Star bi hevkariya bi Komîteya Perwerdê ya kantona Heksekê û PYD’ê re semînerek da jinên bajarokê Til Mecdol ê li başûrê Hesekê û tê de bi dehan jin beşdar bûn.

Semîner bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre endama komîteya perwerdê Reca Îsmaîl semîner bi rê ve bir. Di semînerê de dîroka jin, sedemên tund û ajoyên wê û bandorên wê li dijî jinan ji aliyên derûnî û bedenî ve hatin nîqaşkirin.

Reca Îsmaîl behsa rola jinên Rojava û destkeftiyên wê kir, nexasim rêber Ocalan girîngî da azadiya jinê, her wiha behsa astengiyên li hember jinan kir û wiha got: "Jinan gelek azar kişandin, lê bi berxwedan û vîna xwe ya xurt li hemberê sekinî."

Girêdayî vê yekê, li Holê û Şedadê yên kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê du semîner têkildarî têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan bi diruşma "Ji bo têkbirina tundî û dagirkeriyê tê bikoşe"  hatin lidarxistin.

Her du semîner bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kirin, dûvre behsa şêweyên tundiyên Ii dijî tundiyê hatin kirin, mîna nêrîneke ew ne temam e ku jin weke miroveke temam û xwedî erk nayê dîtin, divê bê deng be. Ev jî dihêle sûc li dijî wê zêde pêk werin.

Her wiha di semîneran de behsa sedemên çandê, mîna cehalet û nezaniya danûstandina bi hev du re hatin kirin. Ew yek jî hêmaneke bingehîn a tundiyê û destdirêjiya cesedî ye, mîna lêdan û qetilkirinê.

Di her du semîneran de bang li xurtkirina xebatê hat kirin, da ku bingehên mêrên klasîk û paşverû ku rojane sûcên qetilkirin û kolekirinê li dijî milyonan jinan pêk tînin werin derbaskirin.

Di her du semîneran de hate gotin ku Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê di şexsê jinên Efrîna dagirkirî û jinên efganî yên li dijî tevahî şêweyên bindetî û koletiyê li ber xwe didin pêk tê.

MINBIC

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LKVCdG4DMwA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li Minbicê, Kombûna Jinên Zenobiya bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan li xeta Farat a rojavayê Minbicê semînerek da.

Di semînerê de endamên saziyên taybet bi jinan, şêniyên xeta Farat ji jin û mêran beşdar bûn û di semînerê de gelek beşên bingehîn hatin şîrovekirin, ji wan jî sedem û şêweyên tundiyê û bandorên wê li dijî jinan.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endama rêveber a Kombûna Jinên Zenobiya Xade Hemîd semîner bi rê ve bir. Xade Hemîd da zanîn ku divê asta zanabûna jinan li hember tevahî şêweyên tundiyê were bilindkirin, bindestî û koletî werin şermezarkirin.

KOBANÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/CYWihlQ4MhM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Di heman çarçoveyê de, Koordînasyona Kongreya Star bi hevkariya Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiyê li ser Jinan semînerek ji mêran re bi boneya 25’ê Mijdarê li navenda Meclisa Lihevanînê ya Kobanê bi rê ve bir.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Hevserokê Desteya Hundirîn a herêma Firatê Bozan Xelîl bi xêrhatina beşdaran kir û teqez kir ku divê jin mafên xwe di civakê bi dest bixin.

Xelîl wiha domand: "Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi pêşengtiya jinên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek rol lîst. Her wiha banga sekna li hember şerê taybet kir."

Li gorî tevgerên jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 20’ê Mijdarê de ragihandiye, çalakiyên Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê dê heta 10’ê Kanûna bê berdewam bikin.

(fr)

ANHA