Balafirên Rûsya baregehên çeteyên Tirkiyê bombebaran kir

Balafirên Rûsya îro baregehên çeteyên dewleta Tirk ên li girên El-Kebîne ya gundewarên bakurê Lazîqiyê bombebaran kir.

Balafirên Rûsya baregehên çeteyên Tirkiyê bombebaran kir
22 mijdar, 2021   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên Rûsya 3 êriş li dijî baregehên çeteyan li girên El-Kabîne ya gundewarên bakurê Lazîqiyê pêk anîn.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR), 2 balafirên şer ên Rûsya li asîmana "Herêmên bêçek" digeriya.

Balafirên Rûsya di 17'ê Mijdarê de derdora gundê Eblîn a çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê bombebaran kir.

(dm)