​​​​​​​Heyet Tehrîr El-Şam baregehên hêzên hikûmeta Şamê topbaran kir

Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam baregehên hêzên hikûmeta Şamê yên li gundê Cobas ê rojhilatê Idlibê topbaran kir. Li gundewarên başûrê Idlibê jî endamekî hêzên hikûmeta Şamê hate kuştin.

​​​​​​​Heyet Tehrîr El-Şam baregehên hêzên hikûmeta Şamê topbaran kir
22 mijdar, 2021   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam bi moşekan baregehên hêzên hikûmeta Şamê yên li gundê Cobas ê rojhilatê Idlibê topbaran kir û tu agahî derbarê ziyanên mirovî nehat bidestxistin.

Her wiha li gundewarên başûrê Idlibê endamekî hêzên hikûmeta Şamê hate kuştin.

(bx)