Rûsya bang li NATO kir ku çekan nede Ukraynayê

Berdevkê serokatiya Rûsyayê Dmitriy Peskov bang li dewletên NATO`yê kir ku çekan nedin Ukraynayê û tevgerên xwe yên provokatîf ên li ser sînor rawastîne.

Rûsya bang li NATO kir ku çekan nede Ukraynayê
22 mijdar, 2021   09:48
 NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Kremlînê destnîşan kir ku çareserî heye.

Dmitriy Peskov diyar kir ku divê NATO tevgerên xwe yên provokatîf ên li nêzî sînorên Rûsyayê rawestînê û divê NATO binesaziya xwe ya siyasî û leşkerî li nêzî Rûsyayê bide sekinandin.

Li aliyekî din serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson çarşemê got heke Rûsya li ser sînorên Ukrayna û Polonyayê tiştekî bike, dê şaştiyeke trajedîk be.

Ukrayna û hevalbendên wê yên rojavayî Rûsyayê tawanbar dikin ku çek û cebilxane bi rêya sînoran şandine. Lê Moskov vê yekê red dike.

(şx)