Çima Brîtanya biryara hesibandina Hemasê wek rêxstineke terorîst da?

Îna borî Wezîra Karên Hundirîn a Brîtanyayê Priti Patel ragihand wan dest bi tedbîrên hesibandina tevgera Hemasê wek rêxistineke terorsît kiriye û dê piştevanên wê li Brîtanyayê bişopînin. Ruxmî ku ihtîmalên pêkanîna vê biryarê zêde ne jî, lê belê ev ne biryareke dawî ye. Gelo çima Brîtanya ev biryar girt?

Çima Brîtanya biryara hesibandina Hemasê wek rêxstineke terorîst da?
22 mijdar, 2021   09:47
XEZA-OMER MUSA

Tê payîn ku Parlamentoya Brîtanyayê di demeke nêz de biryara Wezîra Karên Hundirîn Priti Patel nîqaş bike ku dixwaze Hemasê wek rêxistineke terorîst were binavkirin. Heke ev biryar jî pêk were, hemû kesên têkiliyên wan bi Hemasê re hene, dê li gorî qanûna têkoşîna li dijî terorê ya Brîtanyayê bi wan re danûstandin were kirin.

Li gorî gelek çavdêran, ev biryar rave dike ku pêşketineke nû di helwesta Brîtanyayê de ya ji nakokiya Îsraîl û Filistînê çêbûye nexasim ku Brîtanyayê demeke berê hewl da baskê leşkerî yê tevgerê bixe nav lîsteya terorê.

ZÊDEKIRINA FIŞARÊ LI SER HEMASÊ

Nivîskar û analîzvanê siyasî Ekram Atallah got biryara dawîn a Wezîra Karên Hundirîn a Brîtanyayê, hewldaneke ji bo zextê li Hemasê bikin.

Atllah wiha domand: “Dibe ku biryar di pêşrojê de zemînekê ji helwestên din ên Brîtanyayê yên li hemberî nakokiya Îsraîlê û Filistinê ava bike. Ev biryar wê wateyê dide ku Brîtanya aliyê Îsraîlê digire anku bi temamî piştevanê Îsraîlê ye.”

Atallah got: “Biryara ferzkirina cezayê girtinê yê 10 an jî 14 sal ji bo hemû kesên bi Hemasê re didin û distînin, tiştekî zêdeyî hedê wê ye. Îsraîl bi xwe bi vê rengî nêzî filistiyên alîgirên Hemasê re yên li Difa Xerbiyê nabe. Sedema girtina Brîtanyayê ji vê helwestê re nayê fêmkirin.”

Atallah biryara Brîtanyayê bi danûstandinên agirbestê ve yên di navbera tevgera Hemasê û Îsraîlê de girêda û got: “Îsraîl dixwaze Hemas tawîzan bide ku agirbesteke demdirêj a heta 10 salan pêk were, di nav de guhertina dîlgirtiyan. Ev yek dê zemînekê ji bo qutkirina Xeza ji doza Filistînê ava bike û dê Xeza bi geşedanên li Difa Xerbiyê û yên din ve girê bide.”

Atallah ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Em nikarin tengavkirina Hemasê li Sûdanê, biryara Brîtanyayê û agahiyên din ên derbarê Tirkiyê de qut bikin ku li ser axa xwe dest bi tengavkirina Hemasê kiriye. Ev hemû bi hev ve girêdayî ne.”

Atallah ev biryar wek hewldanekê ji bo tirsandina Hemasê wesifand da ku Hemas neçar bimîne agirbestê li gorî şertên Îsraîlê qebûl bike.

GELO EV BIRYAR DÊ RASTERAST BANDORE LI HEMASÊ BIKE?

Çavdêran diyar kir ku ev biryar wê rasterast bandorê li tevgera Hemasê neke, lê dibe ku bandor nerasterast bi raya piştevaniya Hemasê û doza Filistînê ya li Brîtanyayê ve girêdayî be. Ji ber ku bi nêrîna çavdêran, Brîtanya wê li ser esasê vê qanûnê li dijî xwepêşendan û çalakiyên ji bo doza Filistînê girtekan bigire.

Ji aliyekî din ve jî, saziyên mirovî û xêrxwaziyê yên brîtanî li Xezayê hene dibe ku werin rawestandin. Dibe ku rêwitiyên ji Brîtanya ber bi Xezayê ve û berovajî wê werin sekinandin.

(şx)

ANHA