Jinên Têkoşer: PKK`ê nêrîna me ji jin û jiyanê re guherand

PKK`ê bi saya berxwedana 43 salan a li dijî dijminên gelên Kurdistanê, Kurd û doza wan û jinên Kurd ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cîhanê da nasandin. Di demekê de ku hin aliyên din yên kurdiyatiyê îdia dikin, bazirganiya bi doza kurdî dikin.

Jinên Têkoşer: PKK`ê nêrîna me ji jin û jiyanê re guherand
22 mijdar, 2021   07:57
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Komeke xwendekarên şoreşger li gundê Fîsê yê Amedê yê Bakurê Kurdistanê kongreya damezrîner a PKK’ê di 27’ê Mijdara 1978`an de li dar xist. 27’ê Mijdara îsal salvegera 43’yemîn a damezrandina PKK’ê ye.

PKK`ê bi pêşengiya rêber Abdullah Ocalan hate damezirandin. Di kongreya yekemîn a PKK’ê de rêber Ocalan weke sekreterê giştî yê partiyê hat hilbijartin. PKK’ê tevgereke siyasî ya dijberî siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî kurdên Bakurê Kurdistanê ye.

Beriya darbaya leşkerî ya 12’yê Îlona 1980’î û ji ber dijwariya êrişên leşkerî û astengiyên li Amed, herêmên din ên Bakurê Kurdistanê û li dijî alîgir û endamên PKK’ê, partiyê xebatên xwe yên siyasî li dijî dewleta Tirk a dagirker fireh kirin. Bi taybet piştî derbasbûna rêber Ocalan û hevrêyên wî ji Rojava re û ji wir jî di Tîrmeha 1979’an de berê xwe dan Lubnanê.

Bi derbasbûna rêber Ocalan û hevrêyên wî ji Rojava (Bakur û Rojhilatê Sûriyê) re PKK’ê tevgerên xwe li herêmên dest pê kirin û mohra xwe li jiyan û dîroka şêniyên herêmê xist. Her wiha piştî têkoşîna 43 salan, bingeheke gelêrî ya baweriya bi doza kurdî dike û bi milyonan alîgirên xwe çêkirin.

Derbarê vê yekê de jina Kurd a ji bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Edîbe Hesen ku ji 1987`an ve Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas dike, axivî û got: "Dirûşma Kurdistan mêtînger e û axaftinên Tevgera Rizgariya Kurdistanê yên têkildarî zilma tevger û rêxistinên li parçeyên Kurdistanê yên li dijî Kurdan, her wiha mehrûmkirina Kurdan ji maf û zimanê wan, hişt ku Kurd tev li vê tevgerê bibin."

Edîbe Hesen diyar kir ku PKK`ê ji partiyên din cudatir e, jinên tev li vê partiyê bûne, di hemû qadan de dixebitin û hemû mafên xwe jî bi dest dixin.

Welatiya bi navê Cîhan Xalid jî axivî û got, PKK`ê rihê welatparêziyê di nav Kurdan de da avakirin û ev lê zêde kir: "Beriya em Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas bikin, bavê min her tim dîwanên Cegerxwîn dixwendin, da ku rihê welatparêziyê bixe dilên me, lê piştî PKK`ê hate avakirin ev rih û hestên nîştimanî li cem me hate afirandin û hişt em bêhtir prensîbên xwe yên nîştimanî nas bikin."

Cîhan Xalid da zanîn ku bi rêya PKK`ê zordariya li dijî Kurdan nas kir û têkildarî vê yekê wiha axivî: "Min bi rêya partiyê nas kir ku Kurd bindest in û ji bo dozê çi ji me tê xwestin. Lê beriya ez vê partiyê nas bikim min tenê dizanî ku em Kurd in, lê me baş fêm nedikir ka em Kurd in tê çi wateyê û doz û rêgezên me çi ne."

Cîhan Xalid destnîşan kir ku danûstandinên PKK`ê bi mirovan re dûrî nîjadperestî, mezhebî û neteweperestiyê ye, hemû pêkhate û beş di eniyekê de anîn gel hev, ji lewma vê partiyê bala wê kişand.

Cîhan Xalid bi domdarî got: "Cudahiyeke mezin di navbera Tevgera Rizgariya Kurdistanê û partiyên din de heye, ya yekemîn ne li ser bingeha berjewendiyên kesayetî hatiye avakirin, berojavjî wê ji bo xizmeta doza Kurdî hatiye avakirin. Bi rêya wê û çalakiyên wê yên di rojên neteweyî yên Kurdan de jî ev yek baş tê zelalkirin."

Bi mijarê ve girêdayî Edîbe Hesen îşaret pê kir ku jin di Tevgera Rizgariya Kurdistanê de roleke mezin di avakirina partiyê û pêşketina wê de lîst. Her wiha di aliyê rêxistinî de hişt ji partiyên din cudatir be û wiha dewam kir: "Bi kesayeta Leyla Qasim, Fatme Reş û têkoşerên din bandor bûm."

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta asteke mezin bi fikirê PKK`ê û rêber Ocalan bandor bûn, ev jî bi tevlêbûna mezin di nava partiyê de eşkre dibe, nexasim bi destpêkirina tevlêbûna jinan ji nava refên gerîla re.

Cîhan Xalid wekî tevahiya gelê Kurdistanê bi tevlêbûna jinan ji refên HPG`ê re bandor bû, ji ber ku ev yekemîn tecrûbeyên jinên Kurd bû ku tev li hêzên leşkerî dibûn. Cîhan Xalid li ser vê yekê ev nirxandin kir: "Dema min gerîlayên jin cara yekemîn dîtin, min hîs kir ku ez nû ji dayik dibim û civaka Kurd jî bi wan serbilind bû. Serkeftinên wan ên qehremane yên li dijî artêşa Tirk û behsa rêber Ocalan her li ser zimanên gel bûn."

Cîhan Xalid xemgîniya xwe anî ziman ku bi bav û birayê xwe re li Şamê bi rêber Abdullah Ocalan re neciviyaye û got: "Min rêber Abdullah Ocalan nedîtiye, lê axaftinên li ser wî û fikirê wî, bûn sedem ku ez û gel jê hez bikin, ji ber ku banga mafên hemû bindestan dike."

Edîbe Hesen jî tev li axaftina Cîhan Xalid bû dema ku got, rêber Abdullah Ocalan hezkirina gel qezenc kir, ji ber ku ew ji tarîtiyê rizgar kirin.

Edîbe Hesen li ser gerîlayên HPG`ê got: "Dema min cara yekemîn gerîla dîtin, ez pir kêfxweş bûm. Wê demê min jin beriya niha û di serdema PKK’ê de bi bîr anî ku çawa ji aliyê fikirî ve bi pêş ketine."

Ruxmî astengiyên ewlekariyê û tedbîrên giran her wiha zilma li dijî alîgirên PKK`ê yên li Sûriyê û girtina wan, lê dîsa jî tevlêbûna jinan  ji PKK`ê re kêm nebû.

Tevî ku birayê Cîhan Xalid ji aliyê hikumeta Şamê ve hatibû girtin, lê dîsa jî tevî malbata xwe ji tevlêbûna nav PKK`ê re neditirsiyan û ev nirxandin kir: "Berovajî vê yekê israra me ya li ser berdewamkirina berxwedanê zêdetir kir, ji lew re me mala xwe bo belavkirina fikireya vê tevgerê kiribû akademiyeke biçûk."

PKK’ê bi fikir û rêxistina xwe cudahiyeke mezin di kesayeta jinan de ava kir û li ser vê yekê Cîhan Xalid wiha axivî: "Dema min rêgez û fikirê PKK`ê nas kir, cudahiyeke mezin di kesayeta min de çêbû, min nêrîna xwe ya li ser jiyan, civak, jinan û zehmetiyên jin di civaka ku wê ji mafên wê bê par dike û wê diçewisîne de, guhart."

Cîhan Xalid bi domdarî got: "Bi vê naskirina min re nêrîn û lêhûrbûna min baştir bû, her wiha nêzîkatiyên min a ji doza gelê têkoşer re, di serî de gelê Kurd ê bindest û ji rola jinan a di civakê de, girîngiya wê û israra wê ya li ser bidestxistina mafan re hate guhartin."

Cîhan Xalid û Edîbe Hesen Tevgera Rizgariya Kurdistanê bi deng, çand û dîroka civaka Kurdistan wesif dikin, her wiha garantiya jiyana hevbeş a kurdistaniyan dibînin. Her du jinan piştrast kir ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê bi têkoşîn û berdêlên dane dengê civaka kurdistanî gihand cîhanê ku îşaretê bi Kurd û qehremaniya wan dike, di serî de qehremantiyên jinan ên di rizgarkirina herêmên xwe de.

Edîbe Hesen û Cîhan Xalid da zanîn ku bêyî Tevgera Rizgariya Kurdistanê ne pêkan e  jinên Kurd ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û civak ji hişmendiya dîktatoran rizgar bibin.

(eh)

ANHA