"Ger tu pera bidî tu yê tankekê derbas bikî"

welatiyên sûrî dema digihêjin bendên kontrolê yên herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de, ji tirsa heqaret li wan were kirin an jî pera ji wan bixwazin, lava û dûayan dikin. Li ser vê yekê çavkaniyek ji herêmên hikumeta Şamê got, ger tu pera bidî, tu yê tankekê derbas bikî.

"Ger tu pera bidî tu yê tankekê derbas bikî"
22 mijdar, 2021   08:11
HELEB

Li tevahiya dewletên cîhanê bendên kontrolê ji bo paratina ewlehî, istîqrar û girtina kesên biguman in, lê li herêmên di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê de rewş cuda ye, efser li ser bendên kontrolê di nav pêşbirkekê de ne, ji ber ku jêdera qezenckirina pereyan e û ji berîka welatiyan her tiştî bi dest dixin, li aliyekî din jî bi bertîlan, dikarin çeteyan jî derbas bikin û çavên xwe li ser sûcên pêk anîne, bigirin.

Li aliyekî din jî her bendeke kontrolê li gorî cureya bar, erebê, cil û bergên kesan bacan ferz dikin, ji ber ku qanûneke ku rê li pêşiya vê yekê bigire, tune ye.

Van xalan bandoreke nêyinî li jiyana welatiyan kiriye, ji ber ku bac û rişwet li nirxê bar zêde dibe û bi vê yekê buhaya kel û pelan jî dibe du qat, nexasim li herêmên hikumeta Şamê ku madeyên sereke lê tune ne, ji ber vê yekê nirxê madeyan çiqasf buha be jî, welatî neçar in ku bikirin.

Di vê raporê de em ê îşaretê bi bandorên neyinî yên bendên kontrolê li ser civaka sûrî di gelek aliyan de bikin û em ê agahiyên xwe bispêrin hinek şahidên ku ji ber tirsê navên xwe yên rast bi kar neaîne.

ꞌBENDÊN KONTROLÊ JI PÎŞESAZIYÊ RE DIBE KELEMꞌ

Zên El-Abidîn Deas (48) salî ku li Helebê bazirganê caw (qimaş) e, bi rêya telefonê ji ajansa me re axivî û got, Furqeya Çaran a girêdayî hêzên hikumeta Şamê ruxmî ku fatoreyên ji aliyê kargehê ve hene jî, lê ji bo derbaskirina kel û pelan baceke mezin ferz dike.

Deas da zanîn ku bac li gorî miqdar û cureya kel û pelan tê guhartin, mînak ger erebeyeke caw a biçûk (KEYA) ji kargeheke li navenda bajarê Helebê debasî bajarê pîşesaziyê ya li taxa Şêx Necar a Helebê bike, dê 3 milyon û 500 hezarî bide, di encamê de nirxê caw zêde bilind dibe.

Li tevahiya Sûriyê nirxên kel û pelan zêde bilind bûye, nexasim bi rasthatina demsala zivistanê re cil û berg zêde buha ne.

ꞌ "BENDÊN EWLEKARIYÊ" LI GORÎ NAVÊN XWE BI NAKOKO IN ꞌ

Civaka sûrî bi hemû mezhebên xwe ve, bendên ewlekariyê yê hikumeta Şamê wekî nuqteyên xof û tirsê dibînin. Ev yek jî Selah Yehya (32) ku li yek ji şîrketên veguhestina hundirîn a taybet de piştrast kir.

Selah Yehya ji ajansa me re diyar kir ku welatî dema digihêjin bendên kontrolê ji tirsa leşkeran û bêexlaqiya wan; lavan dikin ji ber ku heqaretê li mezinan beriya biçûkan dikin û welatiyan bê sedem digirin.

Selah Yehya da zanîn ku hemû bendên kontrolê yên ku leşker lê hene, li ser ajokarên basan herî kêm 2 distînin û heta hinek caran 10 hezar lîreyên sûrî jî jê distînin.

Hejmara bendên kontrolê yên di navbera bajarê Helebê û paytexa Şamê de derdora 7`an e, derveyî van jî bendên demkî hene ku 2 hezaran distînin da ku bihêlin kes derbas bibin, lê benda li nêzî bajarê Heresta û deriyê paytextê carinan 10 hezaran distînin, dibe ku ji wiha zêdetir be jî, ji ber ku ev yek li gorî kêfa leşkeran e.

NIVÎSGEHA VEŞARTÎ

Ûsama (43) ku li bajarê Helebê xwediyê dikaneke alavên erebeyan e, ji ajansa me re axivî û got, ruxmî ku hemû bac an jî wekî ku endamên bendên kontrolê dibêjin "Para gumrikê" didin, lê dîsa jî bi biryarên "Nivîgeha veşartî" a girêdayî Wezareta Darayî ya hikumeta Şamê re rû bi rû dimînin.

Ûsama diyar kir ku aliyê hatiye destnîşankirin, beriya du hefteyan kamyonek parçeyên erebeyan a bazirganekî ji bajarê Helebê ku ji berava Tertûsê dihat, desteser kir û idîa kir ku ev jêdereke Korya Başûr e, ji ber ku tenê kel û pelên Çînê derbas dikin, tevî ku parçeyên çînî ne baş in û bazar jî zêde daxwaza van kelan û pelan nake.

Zên El-Abidîn Deas têkildarî mijarê got, endamên Nivîsgeha Veşartî li taxa Mogembo ya Helebê dikaneke caw desteser kir, ji ber ku tirkî ye, tevî ku kel û pel di bendên kontrolê re derbas bûne û bac jî hatiye standin, bi vê yekê bazirgan du caran wenda dike û zerarê dibîne.

Zên El-Abidîn Deas di dawiyê de îşaret pê kir ku mirov dikare bi rêya pera tankan jî derbas bike, ev yek rastiya gendelya bendên kontrolê û saziyên hikumeta Şamê ye.

(eh)

ANHA