Bavê şehîd Ezîz Ereb: Hedefgirtina Yûsif Gulo hedefgirtina mîrateya têkoşînê ya Rojava ye

Bavê şehîd Ezîz Ereb, Hesen Şêx Hesen behsa şehîd Yûsif Gulo kir û got kesayeteke welatparêz bû û di civînekê salên 90`î de min ew nas kir û wiha dewam kir:" Hedefgirtina Yûsif Gulo hedefgirtina mîrateya têkoşînê ya Rojava ye."

Bavê şehîd Ezîz Ereb: Hedefgirtina Yûsif Gulo hedefgirtina mîrateya têkoşînê ya Rojava ye
22 mijdar, 2021   07:24
ŞEHBA-ALAN REŞÎD

Der barê hedefgirtina kesayeta welatparêz Yûsif Gulo tevî herdu neviyên wî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, bavê yekemîn şehîdê Ereb ê Tevgera Rizgariya Kurdistanê, şehîd Ezîz Ereb, Hesen Şêx Hesen ji ANHA`yê re axivî.

Hesen Şêx Hesen got: "Min şehîd Yûsif Gulo di salên 90`î de di civîneke li Dêrikê de nas kir. Me behsa azadiya gelê Kurd û girêdana wê ya bi azadiya gelê Ereb û tevahiya gelê Rojhilata Navîn re û gelek mijarên din kir."

Şêx Hesen wiha dewam kir: "Yûsif  Gulo yek ji kesayetên welatparêz e ku mal û şexsê xwe xistibû xizmeta têkoşîna li dijî planên dagirkeriya Tirk ên ji beriya sedan sal ve. Yûsif  Gulo yek ji kesayetên ku civak bi rê ve dibir û yek ji stûnên Şoreşa Rojava bû, ji lew artêşa Tirk bi awayekî hovane ew hedef girt, sedema vê yekê jî ew bû ku planên wê yên li Rojava û çiyayê Kurdistanê bi ser neketin."

9`ê  Mijdarê dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov erebeyeke sivîl li taxa Hilêliyê ya taxa Qamişlo hedef girt. Di encamê de kesayeta welatparêz Yûsif Gulo û her du neviyên wî Mezlûm û Mihemed Gulo gihaştin asta şehadetê.

Bavê şehîd Ezîz Ereb (75) ku Endamê Rêveberiya Komîteya Lihevanînê ya Meclisa Navçeya Ehrezê ya Kantona Şehbayê ye, axivî û got, hedefgirtina Yûsif  Gulo di heman demê de hedefgirtina mîrateya têkoşînê ya Rojava ye.

Hesen Şêx Hesen soza şopandina rêya şehîd Yûsif  Gulo da û wiha dewam kir: "Em ê rêya şehîd Yûsif  Gulo dewam bikin û madam kesayetên welatparêz ên wekî şehîd Yûsif  Gulo hene ku ji bo azadiyê berdêlan didin, em ê rê nedin dagirkeriya Tirk ku planên xwe li Rojava pêk bîne."

Dîroka Tevgera Rizgariya Kurdistanê li Rojava bi hebûna malbatên welatparêz ên ku destek da tevgerê û alîgirên wê, her wiha ciwanên wê teşwîqî tevlêbûna nava refên tevgerê kir, tê naskirin.

Malbatên Gulo û şehîd Ezîz Ereb û bi sedan malbatên welatparêz, ji malbatên ku ji destpêkê ve li dijî planên dagirkeriyê ên wekî Tirkiyê têkoşiyan. Ji ber vê yekê jî ji aliyê hikumeta Şamê ve rastî girtin, lêdan û îşkenceyê hatin, nexasim piştî ewladên wan ku di nav refên Tevgera Rizgariyê de gihaştin asta şehadetê.

Têkildarî zextên li ser malbata Hesen Şêx Hesen piştî şehîdbûna Ezîz Ereb, Hesen wiha axivî: "Piştî me agahiya şehadeta Ezîz 1986`an bihîst, saziyên îstixbartê yên girêdayî hikumeta Şamê dest bi girtin û şopandinê kir. Ez ji aliyê îstixbarata Cewiyê ya bajarê Helebê ve hatim girtim. Di dawiya salên 80`yî de careke din sê mehan hatim girtin û hemû cureyên îşkenceyê li min kirin, ji wan rakirina neynûkên ling û destên min."

'EZ 16 CARAN HATIM GIRTIM'

Di pêvajoya 30 salên derbasbûyî ve bavê şehîd Ezîz Ereb ji aliyê hikumeta Şamê ve 16 caran hate girtin û gelek caran rastî êşkenceyê hat.

Şehîd Nadir Şêx Hesen (Ezîz Ereb) ji gundê Mirêmîn ê girêdayî navenda kantona Efrînê ye û yekemîn şehîdê ji Rojava di nav Tevgera Rizgariya Kurdistanê şehîd bûbû, her wiha yekemîn şehîdê Ereb bû ku tev li nav tevgerê dibe. 

Têkildarî naskirina Ezîz Ereb a ji fikirê azad û bandora wî ya bi têkoşîna rizgariyê, Şêx Hesen ev nirxandin kir: "Kurê min têkoşîna rizgariyê destpêka 80`yî nas kir, dema ku li Efrînê qonaxa amadehî dixwend. Piştî ji Efrînê vegeriya, me guhartineke mezin di kesayet û jiyana wî ya civakî de dît. Piştî demekê got, ez ê du mehan biçim Lîbyayê da bi apên xwe re bixebitim."

Şêx Hesen wiha axaftina xwe dewam kir: "Piştî çû Lîbyayê û bi hevalên xwe re li herêma Zîyo re kar kir, min nas kir ku tev li nav têkoşîna rizgariyê bûye, dem dem name dişandin û tê de behsa zilim û zordariya li dijî gelê Kurd dikir."

Hesen îşaret pê kir ku şehîd Ezîz Ereb salekê li herêma Zîyo kar kir, lê birayê wî 1984`an name şand û ew agahdar kir ku Ezîz Ereb vegeriya Sûrî, piştî du hefteyan ji lêgerînê, tevî Ezîz vegeriyan mala xwe ya li Helebê.

Bavê şehîd Ezîz Ereb di dawiyê de wiha got: "Li malê Ezîz me bi fikira rêxistinbûyî bêhtir da nas kirin. Min di çavên kurê xwe de girêdana bi azadî û rizgarkirina gelê bindest hîs kir. Dayika Ezîz jî got, kurê min piştî tu bawernameya xwe ya amadehî werbigirî tev li nav tevgerê bibe, lê Ezîz jê re got, ez ê bawernameyeke ji bawernameya amadehî bilintir werbigirim dayê û berê xwe da Lubanê da ku perwerde bibe."

Şehîd Ezîz Ereb ji ciwanên Ereb ên destpêkê ku bîrdoziya Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kir û 1983`yan tev li nav refên gerîlayan bûye. Şehîd Ezîz piştî têkoşîna sê salan, gihaşt asta şehadetê.

(eh)

ANHA