​​​​​​​Meclisa Leşkerî ya Suryan li Hesekê rêxistina Free Burma Rangers xelat kir

Meclisa Leşkerî ya Suryan tîma rêxistina Free Burma Rangers li ser destekdayîn û piştevaniya wê ji gelên herêmê re digel êrişên bênavber ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, xelat kir.

​​​​​​​Meclisa Leşkerî ya Suryan li Hesekê rêxistina Free Burma Rangers xelat kir
21 mijdar, 2021   15:20
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Merasîma xelatkirinê li Akademiya Şehîd Aka Marbîşo bi beşdariya tîma Free Burma Rangers, berdevkê QSD`ê Aram Hena, berdevkê hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryan Matay Hena û endamên Meclisa Leşkerî ya Suryan li dar ket.

/ar/uploads/files/2021/11/21/135759_mvi_1844.mp4_snapshot_00.07_5b2021.11.21_14.36.485d-28large29.webp

Di merasîmê de berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryan Matay Hena spasnameyek li ser wê navê "Meclisa Leşkerî ya Suryan" hatiye nivîsandin pêşkêşî berpirsê tîma rêxistinê David U Bank kir.

/ar/uploads/files/2021/11/21/135809_dyfyd-28large29.webp

Berdevkê hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryan Matay Hena armanca xelatkirina rêxistinê diyar kir û got: "Ji ber ku li xetên şer destek dan QSD`ê û piştgiriya pêkhateyên herêmê kirin, me ew xelat kirin."

Berdevk Matay Hena ev li gotina xwe zêde kir: "Di êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmê de, rêxistina Free Burma Rangers alîkariyeke mezin kir. Rêxistinê li herêmên hawiza Xabûr, Til Temirê ve alîkariyên leşkerî û tibî kir, birîndar ji eniyên şer vediguhastin nuqteyên tenduristî."

Berpirsê rêxistinê  David U Bank li ser spasnameyê, spasya QSD`ê û Meclisa Leşkerî ya Suryan kir û wiha got: "Erka me piştgiriya pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin, hewl bidin kesên bindest serbest berdin û piştgiriya azadiya li herêmê bikin."

/ar/uploads/files/2021/11/21/135825_matay-hna-28large29.webp

Artêşa Tirk a dagirker 3`yê Mijdara 2019`an karwanekî rêxistina Free Burma Rangers a amerîkî di navbera gundên Reşîdiyê û Qasimiyê yên navçeya Til Temirê hedef girtibû û du endam birîndar bûbûn.

Her du endamên birîndar rakiribûn nexweşxaneya Til Temir, lê endamê bi navê Zaw Sang(37)  ê ji Taylanda jiyana xwe ji dest da.

(eh)

ANHA