Li Sûdanê peymaneke nû

Çavkaniyên sûdanî got hêzên leşkerî û Ebdullah Hemdûk li ser nexşereyeke siyasî lihev kirin ku li gorî wê Hemdûk dîsa bibe serokwezîr.

Li Sûdanê peymaneke nû
21 mijdar, 2021   08:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan ji toreya Sky News re destnîşan kir ku li gorî peymanê wê hikûmetek ne liser esasê partîtî were avakirin.

Her wiha li gorî peymanê wê hemû girtiyên siyasî serbest werin berdan.

Ji aliyekî din ve jî, komîteyên berxwedana Um Derman a mezin jî banga xwepêşandanên bi milyonan li herêma Cakson a Xurtûmê kir.

(bx)